Gelê kurd li ber berpirsiyaretî û ceribandineke dîrokî ye
Mesrûr Barzanî rawêjkarê konseya ewlekariya herêma Kurdistanê di peyameke nivîskî de, ji bo pêngava dîrokî ya ji bo xweamdekirin bo encamdna referndoma serxwebûna Kurdistanê, piştgirî û pîrozbahiyê li serokê Kurdistanê û perlamentoya Kurdistanê dike û dibêje:
– Piştgirî û pîrozbahiyên xwe pêşkeşî birêz cenabê serok Barzanî û parlamentoya Kurdistanê dikim ji bo pêngava dîrokî û biwêr ya ku li parlamentoya Kurdistanê avêtî û, bêguman, ev pêngav dê rê xweş bike ku, gelê kurd biryara çarenivîsa xwe bide û ber bi serwerî û serxwebûnê gavan pavêj e. Ez pîrozbahiyê li tev pêkhateyên Kurdistanê dikim ku, nîzkî qonaxeke dîrokî û çarenivîsaz bûne û ev qonax hêviyeke wan a kevin bû û ji bo gihiştina vê rewşê bi sedan hezar qurbanî dan e.
Mesrûr Barzanî di peyama xwe de dibêje ku, ev qonaxa niha li deverê derketiye holê metirsî jî bi xwe re anî ye, lê eynî wextî de derfeteke dîrokî jî afirandiye ji bo gelê kurd bi mafên xwe yên adil şad bibe û weke hemû gelên cîhanê serbixwe bibe. Barzanî dibêje di vê rewşê de pêwîste gelê kurd hişiyar be û biryarên biwêr,cesûr, bide e û eger gelê kurd di vê qonaxê de hişiyar nebe û biryarên biwêr nede dê ber bi çarenivîsek nediyar biçe:
– Daxwaza min ji hemû xwîşk û bira û tev pêkhateyên Kurdistanê eve ku, berjewendiyên berteng bidin aliyekî û ji bona serkeftina vê pirosesê, em hemû bi hev re bi hesteke bilinda neteweparêzî hemû îmkanên xwe bikin yek.
Rawêjkarê konseya ewlekariya Kurdistanê daxwazê ji mediyakaran dike ku, rola xwe ya giring bilîz in û hest bi berpirsiyariya xwe ya dîrokî bikin ji bo pêkanîna aqarek minasib ku, di berjewendiya gel û niştîman de be, gelê kurd hemû li ber berpirsiyaretî û ceribandinneke dîrokî de ye û yekhelwestî û yekrêzî dê paşerojeke geş ji bo gelê kurd dabîn bike.