Nivîsar

Gelê ku ji diroka xwe ders negirtîn tenê Kurdin.

Xeta PKK-HDPê li gel hevalbendên xwe yên Tirkiye yên çep û parelel(Cemaeta Gulen)çewe bi hezara kurd kirin qurbanî û berê wan da mirinê dixwaze weşêre. Ji bo vê hemû rêyekî diceribînê. Bi rêya medya û rewşenbîra derewa diafirînê. Niha dixwaze siyaseta çala ya ku zêdeyî 7 hezar ciwanên kurd rêkirî mirinê bêxe stuyê hinek din de. Sala burî Bese Hozat “Şerê Şoreşa Gel“ ragihand. Ji berî çend rojan jî daxuyaniyek belav kir û got: “ Sur, Cizîr. Nusaybîn û Gever Barzanî û PDKê xirab kir“ Barzanî kir berpirsiyarê wêrankirina wan bi xwe kirî. Ev tişteke  tu kes nikare bawer bike. Lê Qendil ewkas ketiye ku xwe di bin derewek bi vî awayî de vedişêre. Ev dibe dawiya rê. Lê rastî ne welêye. Ez vê jî bi serdana Mesud Barzanî ya 10.12.2015ê ya Enqere dizanim. Di wê serdanê de Barzanî şandeka HDPê di serokatiya Figen Yuksakdag re hevdîtinek pêkanî. Di wê şandê de Leyla Zana, Mir Dengir Firat, Osman Baydemir û navên wek Ehmet Turk hebûn. Di wê civînê de çi hate xeberdan: Li gora agahiyên gihatîn medyayê, Barzanî ji HDPê daxwaz kir ku ji dev siyaseta Xendeqa berdin. Heta misalek ji dema şerê xwe û Iraqê ji Babê xwe Mistefa Barzanî da. Dema xwestin bajarekî bigrin, Mistefa Barzanî çewe li dij derdikeve kiset kir û got: Ne stratejik raste ku hun cihekî bigrin û nikaribin biparêzin ev zererek mezin bide xelkê. Yanî Barzanî nexwest bi siyaseta kolandina çala ciwan indan kuştin û bajar xira bibin. Başe şanda HDPê çi bersiva Barzanî da? Ya ecêb jî ewe. Ji berî çend roja nivîskarê Posta Berxwedanê(DirilişPostasi)Fatih Sevgili ev yek nivîsî. Sevgili ji nivîsa nivîskarê Dihokî Dilşad Şerkar  ya 22.04.2016ê beşek ragihand. Li gora nivîsê: “ Ji berî civînê Barzani ji berpirsên Tirkiye daxwaz kiriye ku operasyona heta demekî bisekinînin belkî di vê pêvajoyê de diyalog pêkwerê bi diyalogê ev xendeq bêne girtin. Berpirsên tirkiye jî guh dane Barzanî operasyon paşvexistine. Barzanî di civînê de ji şanda HDPê re gotiye:Şerek li herêmê herî zêde dê zererê bide Kurda. Ez mantiqê kulandina xendeqan û cihkirina bombeyan di nava zaroka de fam nakim.Leyla Zana li aliyê Barzanî yê rastê runiştîbû. Barzanî berê xwe da Zana û got: Em sibe naxwazin laşên zarokên Kurd di kolana de bibînin.Figen Yuksakdag li aliyê Barzanî yê çep runiştîbû. Dema axavtina Barzanî  xilas bû, Yuksekdag dest axavtinê kir û got: Ji bo  pêşniyarên we em spas dikin, lê ev karê me yê navxweye. Tu pirsgêrêka xelkê li gel dewletê tuneye. Pirgirêk AKP û Qesre(Saray). Heta AKP îstifa bike dê berxwedana me berdewam be. Ev pirs , pirsa gelê Tirk ya navxweye. Em tedexula we ya ji derve qebûl nakin.Serok Barzanî rabû serxwe û destê Zana girt û got: Gelê ku ji diroka xwe ders negirtîn tenê Kurdin. Û derket derve.Di vê hevdîtinê de belkî ya herî balkêş ne helwesta Qendil yan jî axavtinên Yuksekdag e. Bê dengiya Leyla Zana û Ehmet Turk bû.Di rastiya xwe de ez mereq dikim, gelo Zana ew gava dîrokî hezim  kir yan na?Carekî bifikirin, HDP di cihanê de banî herkesî dike ku midaxeleyê pêvajoya Tirkiye bike. Lê bi devê aktorek çepê Tirkê marjinal bersiva serokê bûyî sembola Kurda dide. “Hun tevlî me nebin“Rastî Barzanî gelek rast gotiye: Gelê ku ji diroka xwe ders negirtîn tenê Kurdin. 23.06.2016MAHMUT ÖVÜR Werger ji Tirki: Rojevakurd

Back to top button