Polîtîk

Gelalî: Ev daxuyaniyên bê serûber ji bo çi ne

Piştê daxûyaniya serokwezîrê Tirkiye Binali Yildirim di derbarê vekirina geştên ezmani di navbera Hewlêr û Tirkiye de, û herweha piştî daxûyaniya wezîrê Derve yê Tirkiye Çavuşoglu, di derbarê pêwendiyên YNKê û PKKê de, nûnerê YNKê li Tirkiye nameyek ji Kusret Resul û ji Hero Ibrahim re rêkir.Di nama xwe de nûnerê YNKê li Enqere Behroz Gelali dide xûyakirin ku  hevkariya YNK û PKKê cihê etirsiyê ye. Divê YNK di  derbarê vê yekê de gelek bi berpirsiyarî hereket bike û daxûyaniyên ne di cih de newin ragihandin. Hinek berpirsên YNKê daxûyaniya didin û dibêjin: Emê pêşmerge rêkin Efrinê, ev daxûyaniyê vale ne û dev jê berdin.Gelali dibêje: YNKê xwedî berdek e, êdî ev daxuyaniyên bê serûberî ji bo çi ne? Heger dilê we li ser YNK û Kurdan e, dest ji van daxuyaniyan berdin û nava YNKê bihêz bikin û hewla asayîkirina pêwendiyan bikin.

Back to top button