Gazin û daxwaz ji Başûr
Bi gilî û gazin em dixwazin, bi cî bînin berî em razin,hêvî û xewn û xeyalê me ne, lê mixabin xebat lewazin. Helbete emê hêvî û daxwazê xwe bêjin.
Kurdîtî bi çi tê naskirin ? Bi vî zimanê Kurdî Kurdîtî tê naskirin. Ew kesê ku bi Kurdî diaxivin ji wan re dibêjin Kurd! Helbeta her qewmekî zarekî wan heye, ev xwezaîye dana Xwedaye. Xweda di Qur’Ana pîroz de jî bahsa ziman kirîye. Wexta ku temamê gelê dinyayê bi yek zarî axivîba na kesî kes nas nedikirin, nikarî bûn jev vewejêrin herem û beşa nikarîbûn ji hev veqetênin.
Wexta ku her beşekî bi zarevayekî axivîn jev cida bûn. Her qewmekî bi zimanê wî nav li herema wî kirin û bûne Çîn, Bûne Rus, Bûne Tirk, Ereb û Kurd…. Dinava wan qewman de jî lehçe şîve çêbûn, ev jî dewlemendîye ziman û kulturê ye. Lê çawabê jî bingiheke wî zarî heye kok dolemendîya xweş û geş di koka darê deye.
Bi vî zimanê ku em bi hevdû re diaxivin em ji hevdû fêm dikin, em rê û rêbiwaran didine ber hev, em bi vî zarî soz û peymana çêdikin, em bi vî zimanî dua dikin, em nifiran dikin, em zirtan dikin, em dixwînin dibêjin û dibilînin, bazirganî û çîrok hunermendî mêvan perwerî, tev bi vî zimanî heya heta ku em bûne Kurd!
Niha xeletiya Hûkûmeta Başûr heye li ser ziman. Temam Zarê Soranî ê perwerdeye û resmîye, em qebûl dikin, lê çima zimanê Bahdînî yanî Kurmancî pişt goh dikin, her wekî ku ji xeynî Soranî tu zarê Kurdî tune ne. Ev xeletîka mezine,Îro roj li Rojhilata Navîn û li temamê dinyayê pêncî milyon Kurd hene. Ji wî pêncî milyon Kurd çend milyon bi Soranî diaxivin? Çend milyon bi Zazakî diaxivin, çend milyon bi Kurmanci diaxivin? Başqe jî lehçê dî jî hene lê ê girîng ev hersê şîve ne.
Li Iraqê ê ku bi Soranî diaxivin 4,milyon, Li Îranê hene 4,5 hene, bi tevahî heft heşt milyon bi zarê Soranî diaxivin. Qey li Tirkîye jî hebin gelek sê milyon Zaza, bi teva hî deh yazdeh milyon bela gelek duwazdeh bin. Eva ji pêncî milyon duwazdeh derxe man sî û heşt milyon bi Kurmancî diaxivin. Ka ma ev tê qebûlkirin ku hûn vana tune bikin, hesab nekin bi Soranî tenê ji xwe re bigrin ev nabê. Maka Kurd Kurdmancîye.
Roja Mele Mistefa Barzanî yê nemir dest bi şoreşê kir gelê Kurd tevan dinav şoreşê de bûn, ê pir hindik ku beşdarî şoreşê dibûn kî bûn ? Em çiqas balê dikişînin li Herema Başûr li ser zimanê Kurmacî tu xebat tu nivîs perwerde tune, roj bi roj zarê Bahdînî dihelê ber bi têk çûnê veye. Wexta ku zimanê KURDÎSTANA Başûr bi Soranî tenê bê, di liv û tevgerê de Sade Soranî be ev lewazîke çanda Kurdîye. wî wextî li Bakur û rojeva û Qafakasya heta ku em fêrî zimanê Soranî bibin em zahmetîya bi kêşin ev nebû. Divit ku wekî xelkê zimanekî hevbeş bê çêkirin.
Girîngîya mezin ewe ku em ji hev fêm bikin ku em karibin rê û rêbiwaran şanî hev bikin. Niha em Kurdê Bakur herin Silêmanîyê ji zarê Soranî em fêm nakin %90 em fêm nakin. Em ev beşê mezin bi Kurmancî diaxivin bi Soranî em fêm nakin, wexta bi zahmetî ferî zimanê Sora bibin me tiştik ji berxwedan û şoreşê feyde ne dît, me tu sûd jê negirt.
Erê li Qenala Rûdawê û Kurdîstan24 û War tv nuçe bi Kurmancî xeber didin lê ev ne bese, divê ku bi Kurd û Kurmancî dersê perwerde hebin. Ji bonî ku ev zimanê me zikmakî koka darê pêşkevê dewlemend bibê, li dinyayê bê naskirin, em vê dixwazin ji Serok Mesûd û Neçirvan û Mesrûr û ji Miclisa Hewlerê tevan dexwazin ku vî zimanê Kurmancî pişt goh nekin maka zimanê Kurdî Kurmancîye.
Wextekî ew nivîsa bi elfeba latînî şîve Kurmancî li Başûr qedexe kirin resmî Soranî tenê hiştin. Hingî gelek kêfa Tirka hat. Rojnemevan û nivîsvanê wan digotin: Ev gelek başe ji bonî Tirkîye Kurdê Tirkîye ji zimanê Soranî fêm nakin û wê ji hev dûrkevin,Tayê Bakur û Başûr jev diqetê, ev serkeftineke Tirkîye. Heta Tirka kêfa wan dihat ku zarê Kurmancî nexistne naveroka perwerdê.
Her wextî hêvî hewara me Kurdê Bakur Başûre Malbata Barzanî’ne. Ji raperîna Agirê û pêde tu rêberê netew parêz û serfiraz li Bakur derneketine. Lê em ferqa Amedê û Hewler nabînin û jev cida nakin. Îro nihaka li Bakur zimanê Kurdî gelek lewaz bûye, li ber têkçûnêye. Em dibêjin, wê zimanê me herê lê cardî em kêfa xwe tînin em dibêjin: “Wa Kurdîstana Başûr heye zarevayê Kurdî tucar winda nabê! Lê mixabin ku em dinerin li wirjî di derheqa Kurmancî de tişkî berbiçav tune em xemgîn dibin.
Ku Kurmancî çû ji holê winda bû ji %80 Kurdîtî namîne. Zarê Kurmancî Bahdînî, Botî, Serhedî Torî, Omerî û Rihayî Sêrtî û Hekarî Rojava bi tevahî û Qafaqas’î beşek ji ê Îranê jî di navde, ji %95 jev fêm dikin. Ev navê ku me xwendin pirs girêka ziman nîne. Tiştê ku jev fêm nakin sê lehçene. Kurmancî Zazakî û Soranî em dixwazin hin bi hin van hersê şîva jî hevbeş bikin gav bi gav. Em nabêjin bela di cîde sê çar sala em wisa nabêjin. Lê ku mere xebatê bikê wê ew jî halbibê.
29.9.2019
Dilciwan Helbest