Gavan spasnameyan pêşkêş kir
Îro 27.12.2013 li otela Ankawa Palas ya bajarê Hewlêrê Kompanya Gavan ji bo karkerên xwe yên elektirîkê rêwresmeke dayîna spasname û rêzgirtinan û hilbijartina karkerê herî serkeftiyê salê li dar xist.
Kompanya Gavan ku zêdetirê karkerên wan ji Kurdên Rojava û ji Başurê Kurdistanê ne, ji bo kar û xebatên wan ya li sala 2013 an spasname pêşkêşî karkeran kir. Li vê rêwresma spasname pêşkêşkirinê de ku hemu karkerên kompanyayê beşdarbun, xwediyê kompanya ya Gavan Endezyar Azad Selaheddîn Saadalla axaftinek pêşkêşkir û axaftina xwe de balkişand li ser kar û xebatên ku li sala 2013 an de hatine kirin. Her wiha behsa kar û xebatên sala 2014 û armancên kompanya yê kir û spasiya hemu karker û xebatkarên kompanya ya Gavan kir. Piştî axaftinê hemu karkeran spasname û Îmad Ferho, Husên Ferho, Mehmud Elî, Şiyar Xelîl, Husên Yusuf, Riwan Keleş jî rêzgirtinnameyê wergirtin û Beşîr Husam jî wekî karkerê salê hate hilbijartin.
Her wiha piştî belavkirina spasname û rêzgirtinan şahiyeke taybet hatibû li dar xistin, li şahiyê de xebatkarên kompanya Gavan li hember vê amadekariyê de kêfxweşiya anîn ziman û spasî xwediyê kompanya Gavan kirin.
Hêjayî gotinê ye ku eve yekemîn care li Kurdistanê kompanyayek ji bo karkerên xwe rêwresmeke bi vî awayî li dar dixe û spasname û rêzgirtinnameyan pêşkêşî wan dike û karkerê serkeftiyê salê hildibijêre.