Hevpeyvîn

Gava em destavêtinên zayendî dibînîn

Kurdwatch li ser rewşa civakî ya zarok û jinan hevpeyvînek li gel mamustayekî jin kiriye. Şemsa Hisên Enter, behsa destavêtina jina û zarokan li herêmêm kurdî dike.“Gava em destavêtinên zayendî dibînîn, em kesê destavêtî tînin û bi xurtî li wî dixin “KURDWATCH, 30ê îlona (September) 2015ê – Şemsa Hisên Enter di sala 1967 de li Emûdê ji dayik bûye û niha li Qamişloyê dijî. Wê perwerdehî xwendiye û ji bîst û sê salan ve wekî mamosta kar dike. Enter li ser destavêtina zayendî ya zarok û jinan diaxive, ya ku li gor texmînên wê di salên ҫûyî de li deverên kurdan zêde bûye. Ev hevpeyvîn bêҫaretiya perwerdekar, mamosta û dê û bavan li hember zordariya zayendî dide xuyakirin, kêmbûna dezgeh û rêxistinên nedesthilatdar, yên ku vê babetê bigrin xwe û rewşa xemsar ya dibistanan li Kurdistana Sûriyê, ҫar sal piştî destpêkirina şoreşa sûrî.KurdWatch: We di hevpyevînekê de bi rojnameya »Suwar« re got, ku di salên ҫûyî de destavêtina zayendî li deverên kurdan zêde bûye. Ҫi ye wateya vê bi hûrbînî? Kî ne yên destavêtinê dikin?Şemsa Hisên Enter: Destavêtina zayendî li tevaya Sûriyê û li deverên kurdan jî heye. Lê qet li ser wê nayê axaftin. Ev babeteke tabû ye. Herdu alî, kesên destavêtinê dikin û qurbanî jî tên pîskirin. Bêhtir keҫ di dema baloxê de qurban in, herweha zarok û jin jî, yên ku serî li dayreyan didin ji bo pirsgirêkên taybet.KurdWatch: Ҫawa jinên ku serî li dayreyan didin, dibin qurban?Şemsa Hisên Enter: Gelek jinên ku serî li dayreyan didin, wê ji hêla zayendî ve aciz dikin. Carna pirsgirêk têne paşxistin, gelek caran dayreyan gazî jinan dikin, ji bo ku bi wan re seksê bikin. Ji ezmûna min î pir salî wekî mamosta dizanim ku li deverên kurdan jinên ku daxwaza cihên karên mamostatiyê dikin, hertim seks ji wê wekî merceke standina cihê kar ji wê tê xwestin.KurdWatch: Tu hin haletên ber bi ҫav nas dikî, yên ku zarok yan endamên malbatên wan qala acizkirinên zayendî dikin?Şemsa Hisên Enter: Dayika şagirtek ji şagirtên min ji pola yekê ji min re got, ku cîranê wê yê şêst salî keҫikê ji bo daxwazên zayendî ve bikar tîne. Wê eynî wisa got: »Ez ditirsim, ji mêrê xwe re bêjim. Ez ditirsim, ku ew cerîmeyekê bi cîranê me re bike. Astengî ew e, ku keҫa min wêca bi daxwaza xwe diҫe cem cîran«. Ez demeke dirêj fikirîm ҫi bikim di vê rewşê de. Min ti ҫareseriyek din nedît, ji bilî herim cem keҫa kesê destdavêjê keҫa min. Keҫ bîst salî ye û soz da, bi bavê xwe re biaxive. Li dibistanan di avrêjan de karên zayendî di nav şagirtan de ҫêdibin. Pir caran di nav şagirtên mezin û yên biҫûk. Min carek dît, ku şagirteke keҫ ji avrêjê bezî. Dixuya ew gelekî tirsiya bû. Ez gumanbar bûm û min jê pirsî. Wê dawî got ku du lawên mezintir nehiştin bikeve avrêjê de. Min di pey re li avrêjan nerîn. Şagirtekî pola şeşan ҫavdêriya avrêjan dikir, yekî dî di kabîneyekê de bû. Gava yê li ber derî min dît, wî nîşanek da ciwanê di kabînê de û herdu reviyan. Gava min xwest vegerim oda xwendinê, min dît keҫeke pola diwan ji avrêjê hat. Min ew bir pola xwe û xwest ji wê bizanim, ҫi di tiwalêtan de ҫêbû. Wê dawî got, ku lawikan cilên wê ji wê kirin û li pey hev zordariya zayendî pê re kirin. Wan xwestibû deh lîreyên sûrî bidin wê. Ez gelekî hêrs bûm û min herdu ciwan ji pola wan anîn. Ji ber ew mukir nehatin min li wan da, heta wan her tişt got. Di pey re ez bi perwerdekarekî dibistanê re axivîm. Lê wî got, ku ew nikare tiştekî bike, ji ber we ditirse ku dê û bavên lawikan wî bikujin. Wisa ez bi dayika keҫikê re axivîm, lê min navên lawikan negot. Ji ber her kes hev nasdikin û cîran in, min nexwest ku jê ҫîrokeke mezin ҫêbibe.KurdWatch: We got ku haletên zordariya zayendî ji 2011ê ve zêde bûne. Li gor nerîna te sedem ҫi ne?Şemsa Hisên Enter: Bi rastî ji 2011ê ve bêhtir haletên zordariyê hene. Yek ji wan sedeman ew e, ku dê û bav kêmtir dema wan ji zarokan re heye. Ew bêhtir li pey nûҫeyan û rewşa welat dikevin. Ji wan re jî zehmet bûye debara jiyana xwe bikin. Feqîrî bêhtir bûye û ji ber vê feqîriyê gelek malbat divê di odeyekê de bijîn. Zarok hayedar dibin ji kirarên zayendî yên dê û bavên wan. Feqîrê jî dihêle ku zarokên mezintir pereyan bidin û ji bo wê seks ji zarokên biҫûktir bixwazin. KurdWacht: Zarok di malbata xwe de jî dibin qurbanên zordariyên zayendî?Şemsa Hisên Enter: Min bawer e, ev yek kêm ҫêdibe di malbatê de. Heta eger daxwaza seks bi zarokan re hebe jî, qet fersende ji bo vê yekê peyda nabe, ji ber cih pir teng e. Lê zordariya zayendî li derveyî malê bêhtir di nav mêrên mezin û zarokan de ҫêdibe. Jin kêmtir dibin qurban, ji ber ew gelekî li derveyî malê namînin.KurdWatch: Li dibistanan gengeşe ҫêdibe, ҫawa li hember destavêtinên zayendî tevbigerin?Şemsa Hisên Enter: Dibistana me tenê bi nav dibistan in. Bi rastî dibistan tenê avahiyeke xwedî pirtûk û maseyên kevn û şikestî ne û xwedî mamosteyên westiyayî. Zarok bi zorê dersan distînin. Di plana perwerdeyî de saetên tendurustiyê hene. Li vir mamosta dê karîbin li ser pirsên wisa bi zarokan re biaxivin. Lê bêhtirê demê di van saetan de qet tişek ҫênabe. Mamosta ji zarokan re dibêjê ku xwe mijûl bikin. Û di vê saetê de bi jiyana xwe ya nexweş diramê, ҫawa ew zarokên xwe bi pereyên xwe yên hindik xwedî bike. Karê mamostayan yek ji karên herî nebaş e li Sûriyê. Qet imkan nîne, bi rêya gendeliyan xwe zengîn bikin û mirov nikare tiştekî bidizê. Gava em destavêtinên zayendî dibînin, em kesên dest davêjê tînin û bi xurtî li wî didin. Di rewşa herî baş de em bi dê û bavên wî re diaxivin. Dê û bav me berpirsiyar dibînin û ҫîrokeke mezin di pey re ҫêdibe. Wisa dibe, ku li dijî mamostayan doz vedibin, bi bahaneya ku zarok bê sedem dibin gumanbar. Bi kurtahî ez bêjim, dibistanên me tenê bi nav dibistan in, lê di rastiyê de ne wisa ye. Wek nimûne li her dibistanekê perwerdekarek heye. Lê ew ҫi dike? Ew di saeta yekê de hemû zarokan kom dike, wan dibe odeyên wan û dûv re diҫe malê. Dibistanên me di tevlîheviyekê de dijîn. Ji nêzîkî deh salan ve dibistanên me nema fêrkirinê dikin. Bi şoreşa sûrî re rewş li dibistanan hîn bêhtir xirab bû.KurdWatch: Ҫawa hûn arîkariya zarokan dikin, yên ku pêrgî zordarî yan acizkirina zayendî dibin? Dayreyek heye, ya ku ji bo vê yekê berpirsiyar e, yan dezgeheke sivîl, ya ku guh dide zarokan?Şemsa Hisên Enter: Ti dayre nîne, ya ku ji bo van haletan berpirsiyar be. Dayreya perwerdeyê tenê bi nav heye. Ew bi zorê bi ҫend karan radibe. Û rêxistinên cuda yên arîkariyê tenê carekê di salê de tên. Endamên wan tenê ҫend tûrikên dibistanan bela dikin yan jî hin madeyên arîkariyê, yên ku bi zorê digihe ji sedî deh şagirtan. Yên mayî dayreyên herêmî ji xwe re dibin, ew li ser sûka reş tên firotin.KurdWatch: Malbatin hene, yên ku zarokên xwe ji ber xetereya zayendî rênadin dibistanan?Şemsa Hisên Enter: Malbat zarokên xwe rêdikin dibistanan ji bo serê xwe vehesînin. Tiştekî zarokan li malên wan nîne, ji bo ew dema valahiya xwe pê re bibûhirînin. Bêhtirê demê elektrîk nîne. Berê zarokan dikarî ji kêmayî li ber televîzyonan rûnin. Lê ji ber elektrîk bêhtirê caran nîne, ew jî nema ҫê dibe. Cihên lîstikê jî yan gulistan nînin. Hemû kolan gemar in. Ji sê salan ve nexweşiyên ҫerm li cem zarokên me zêde bibin. Bêhtir sipih û kêҫ dikevin nav porên wan de. Ew nikarin serê xwe jî bişon, ji ber ku av kêm e. Tenê her sê rojan carekê av heye. Bibore, min babet guhert, ez gelekî têşim, ji ber êşa zarokan û ji ber jiyana me ya xemsar.Berlîn, 24ê tebaxa 2015

Back to top button