Gav bi gav ber bi serxebûnê ve
Nuri Malikî di axvtina xwe de gelek tund li dijê Kurdistanê gotin gotibûn. Li ser gotinên Malikî serokatiya Kurdistanê daxuyaniyek belav kir û bi tundî Malikî şermezar kir.
Serokê Kurdistanê li ser vê daxuyaniya Malikî biryar da ku wezîrên kurd tevlî civînên hukumeta Iraqê nebin û neçin Bexdayê.
Ji ber ku Malikî dabû xûyakirin ku ewê Kerkûk û devrên din yên berê destê Iraqê de hemûyê vegerînin. Vê yekê tayê navbera Bexda û Hewlêrê de qetand.
Bê guman ev yek roj bi roj ragihandina dewleta Kurdî ferz dike. Ji ber ku niha De – Fakto 3 herêm û 3 desthilat li Iraqê û Kurdistanê hene.
Kurd herêma Kurdistanê kontrol dikin, herêma ku piranî Sune lê dijîn ji aliyên DAÎŞ û Basiyan ve tê îdarekirin û herêma Şîeyan ji aliyê Malikî ve tê îdarekirin.
Lê Malikî naxwazê vê yekê bibîne û girêdayî siyaseta Îranê Kurda ji rewşa peyda bûyî tawanbar dike.
Biryar û gotarên desthilatdariya Kurdistanê ji rastiya Iraqê pêyda dibin û ev yek jî îro nebê, sibehî ragihandina dewleta Kurdî dike rastiyek.