Cîhan
Gallant: Tirkiye wek rêvebirê defakto yê Hamasê dixebite
Wezîrê Paraztina Îsraîlê Yoav Gallant piştî binçavkirina lîztikvanê Îsraîlî yê Antalyasporê Sagiv Jehezkel, Tirkiye bi wê yekê sûcdar kir ku wek “rêvebirê defakto yê Hamasê” dixebite.
Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç ragihandibû ku di derbarê lîztikvanê Îsraîlî yê Antalyasporê Sagiv Jehezkel de lêpirsîna dadî hatiye destpêkirin.
Li gor agahiya ku wezîr Tunç da, ji ber ku fûtbolîstê Îsraîlî Sagiv Jehezkel di maça Antalyaspor û Trabzonsporê de gol avêt piştgirî da şerê Îsraîlê lêpirsîn hatiye destpêkirin.
Li ser vê yekê, Wezîrê Paraztina Îsraîlê Yoav Gallant rexne Tirkiye rexne kir û Tirkiye wek “rêvebirê defakto yê Hamasê” bi nav kir.