PolîtîkRojev

Fûad Husên: PKK ji bo Iraqê jî pirsgirêk e

Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên ragihand, di civîna meha Kanûnê ya di navbera Tirkiye û Iraqê de, ku pirsgirêkên PKK û ewlehiyê hatin gotûbêjkirin, biryar hat dayîn ku du daxuyaniyên ji bo civîna pêşwext bên amade û pêşkêşkirin û got: “Aliyên Iraqî ji niha ve belgeya ewlekarî, ewlekariya sînor û ewlekariya peywendiyên di navbera her du welatan de amadekarî kirine. Em hêvî dikin ku li Bexdayê bicivin, van belgeyan gotûbêj bikin û li ser van her du belgeyan planekê çêbikin”.

Fuad Husên di 3.emîn Foruma Dîplomasî ya Antalyayê (ADF) da pirsên nûçegihanê AAyê bersivand. 

Husên, da zanîn ku li gor destûrê divê destûr neyê dayîn ku tu kom û rêxistin ji xaka Iraqê êrîşî welatên din bikin û got: “Rast e pirsgirêka PKKê li Tirkiyê ye, lê ji bo Iraqê jî pirsgirêk e”. 

Wezîr Husên bi bîr xist ku di çarçoveya Destûra Bingehîn de li ser vê mijarê bi Tirkiyê re dest bi muzakereyan kirine, di meha Kanûnê de li Enqereyê civînek li dar xistine û komîteya hevpar a ku Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan bi serokatiya şandeya Tirkiyê û bi şanda Iraqî re civînek pir baş pêk anîne. 

Husên, diyar kir ku wan biryar daye du daxuyaniyan amade bikin û ji bo civîna lijneya hevpar bên pêşkêşkirin û got: “Aliyên Iraqî berî niha belgeya ewlekarî, ewlekariya sînor û ewlekariya têkiliyên her du welatan amade kiribûn. Hêvî dikim ku meha bê li Bexdayê bicivin, van belgeyan gotûbêj bikin û van herdu belgeyan bipejirînin”.

Back to top button