PolîtîkRojev

Fransayê ji aliyê leşkerî ve gelek hewkariya Pêşmerge kiriye

Berpirsê saziya rewşenbîrî û hişyariya wezareta Pêşmerge amaje bi wê yekê dike ku hatina serokomarê Fransayê Emmanuel Macron a herêma Kurdistanê giringe û biryare peyama Fransayê bo piştevaniya Pêşmerge bigehîne serok Barzanî.

Berpirsê saziya rewşenbîrî û hişyariyê wezareta Pêşmerge Emîd Osman Mihemed ji BasNewsê re ragehand: ‘’Fransa hêzeke çalak bûye li herêma Kurdistanê û ji gelek aliyan ve hewkariya Pêşmerge kiriye. Bi taybet hewkariya çek û dayîna zanyarî û perwerdê û ji aliyê şêwirmendî û perwerdeya li qadê de gelek çalak bûn. Li Hewlêrê perwerdeya yekîneyekî hêza bejayî dawî pê anîn û gelek cureyên perwerdê dan Pêşmerge. Ji aliyê şêwirmendiyê ve jî şiyaneke baş pêşkeşî Pêşmerge kirin. Herwaha gelek aliyan de hewkariya dîwana wezaretê kirine, ew şêwirmendên li vê derê ne şiyanên xwe xistin xizmeta Pêşmerge.’’

Herwaha got: ‘’Hêvîdarim Fransa wek hevpeymana navnetewî şiyanên xwe zêde bike û ji aliyê şêwirmendî û perwerdê ve alîkariya Pêşmerge bike û Fransayê piştevanî li doza rewa ya gelê kurd kiriye û Serok Barzanî hem seroke û hem fermandarê li qadê bûye. Di nav qada şer de bûye. Barzanî îdare kirina hêz û şiyana xwe di şer de gelek mezin bûye, ev yek jî bûye hewsengiya navçeyê û di vê serdanê de jî her peyamekî wan hebe dê bi rêya serok Barzanî ve be.’’

Back to top button