Nûnerê hikûmeta herêma Kurdistanê li Fransa Elî Dolemerî dibêje serdana serokomarê Fransayê Emmanuel Macron a ji bo Kurdistanê de peyamên wî yên giring dê hebin û ew jî piştevaniye ji bo Kurdistanê û dibêje tişta pir giring ew e ku Kurdistan faktorekî aramiya navçeyê ye.

Elî Dolemerî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Rewşa cîhan û navçeyê ber bi pêşkeftinên nû ve diçe. Bi taybet li rojhilata navîn û vekêşîna Amerîkayê ji Afganîstanê pêşkeftineke nû ye. di vê rewşê de hatina serokê welatekî mezin ê wek Fransayê ji herêma Kurdistanê re giring e. ji ber bawerî bi Kurdistanê û Iraqê dide ku Fransa wek endamê daîmî yê encûmena asayîşa navnetewî ye û yek ji welatên mezin ê cîhanê ye. Macron tê ji bo piştevanî ji seqamgiriya navçeyê bike û giringe serokê Fransayê bo peyvendiya navbera Hewlêr û Bexdayê xwedî rol be. Ji ber piştî helbijartinan dê qonaxeke nû destpê bike û pêwîste hikûmet yekgirtî û bihêz û bo hemû Iraqiyan damezrê. Ji bo ku Iraq serweriya xwe bidest bîne û destwerdana cîranan jî li karûbarên Iraqê kêm bibe.’’

Herwaha got: ‘’Roja yekşemê Serok Barzanî û Macron dê bicivin. Serok Barzanî wek rêber û merciya gelê Kurdistanê li asta navçeyê balans ragirtiye û nebûye girêk ji bo ti aliyekî. Ji ber wê Macron dixwaze spasiya Serok Barzanî bike, ku ew erkê daye ser milê xwe û di şerê DAIŞê de jî serpereştiya rasterast û li qadê jî hêza Pêşmerge ew şer kir. Ne tenê Kurdistanê parastina asayîşa hemû navçeyê kir. ji ber wê jî Fransa dixwaze berdewam alîkariya Kurdistanê bike. Ji ber hîn şerê DAIŞê bi dawî nebûye û wek serokekî dîrokî pêwîstiya wan bi rola Serok Barzanî heye. hikûmeta dema pêş de jî bê rola Serok Barzanî pêk nayê û Serok Barzanî merciya gelê Kurdistanê ye û bûye hêviya temamê navçeyê.’’

Dolemerî got: ‘’Serok Macron dê peyama spasiya Pêşmerge bide serokê hikûmetê û peyama piştevaniya Ewrupayê bigehîne gelê Kurdistanê. Biryare di pêşerojê de Fransa derveyî aliyê leşkerî di warên din de jî piştevaniya Iraq û Kurdistanê bike.’’

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: