Şêwirmendê Encumena Ewlekariya Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya heyeteke leşkerî ya Frensî a bi Serokatiya Fermandarê operasiyonên taybetî yên Franse General Gregory de Saint-Quentin kir.Di hevdîtinê de heyeta mêwan Şêwirmenê civata ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî eşkere kir ku heta niha DAIŞê û teror metirsîne bo ser ewlekariya cîhanê û baştirîn belgeya vê yekê jî bo vê yekê ew êrîşên ku li Franseyê hatine pêkanîn û ew yek jî wisa dike ku lazime welatên endamên hevpeymaniya cîhanî ya li dijî DAIŞê zêdetir hevkarî û piştgîriya hev bikin û di warê dabîn kirina têçûyên şerê bejahî de jî hevkariya pêşmerge bikin û pêdiviyên hêzên pêşmerge dabîn bikin.Mesrûr Barzanî di berdewamiya axaftinên xwe de behsa serkeftinên hêzên pêşmerge yên li dijî terorîstên DAIŞê kir û got: Roja ku şer destpê kiriye heta niha, êrîşên meha derbasbûyî yên DAIŞê ên bo ser hêzên pêşmerge yek ji êrîşên herî mezin yên terorîstan bo ser hêzên pêşmerge bûye lê hêzên pêşmerge bi qehremanî û jêhatîbûna xwe ew êrîşên han pûç kirin.Mesrûr Barzanî di berdewamiya axaftinên xwe de daxwaz ji heyeta leşkerî ya Frensî kir ku lazime li gel welatên din yên endam di hevpeymaniya cîhanî de hewl bo çareser kirina kêşeyên darayî û abûrî yên Kurdistanê bidin ku jiber qut kirina bûdceya Kurdistanê ji aliyê Bexdayê ve, hatina hijmareke zêde penaberan bo Kurdistanê û dabezîna buhayê petorlê rastî Kurdistanê hatine.Li hember de jî heyeta mêwan eşkere kir ku Frensa dixwaze çend pêngavan bavêje daku bikarêbe zêdetir piştgîriya şerê dijî DAIŞê bike û pêdiviyên hêzên pêşmerge jî dabîn bike.Di dawiya civîna han de behsa rewşa giştî ya siyasî a deverê û çawetiya lawaz kirina DAIŞê jî hate kirin.
Pêş
01/07/2025
DEM operasyona li dijî Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê şermezar kir.
01/07/2025
Serokê şeredariya Îzmirê yê berê hate binçavkirin
Têkildar
Balkêş e ?
Close - Divê mijar ne tenê danîna çekan be!30/06/2025