Li Selahedîn Mesûd Barzanî Serokê Kurdistanê pêşwaziya Jean-Yves Le Drian Wezîrê Bergiriyê Fransa û şandekî li gel kir ku ji Marc Barety Balyozê Fransa li Iraq û Alain Guépratte Konsolê Giştiyê Fransa li Hewlêr û hejmarek şêwirmend û berpirsên Wezareta Bergiriya Fransa pêkhatibûn.Li hevdîtinê de Wezîrê Bergiriyê Fransa xweşhaliya xwe ji bo hatina xwe ya Kurdistanê û hevdîtina li gel Serok Barzanî nîşanda û pesnê rol û wêrekiya hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê ya li şikandina Da’îş û azadkirina navçeyan kir û bi taybetî jî azadkirina Şingalê ji aliyê Pêşmergeyan ve bi qehremanane wesif kir ku bandoreke zêde li ser raya giştiya cîhanê û Fransa kiriye. Wezîrê Bergiriyê Fransa eve jî ragihand teror dijminekî hevbeşê me hemûyane û wan li Ewrupa jî êşandiye û ji bilî balkişandina wê yekê ku Fransa ji tehdît û giriftên Herêma Kurdistanê û qeyrana aborî bi başî têgihiştiye tekez li wê yekê kir ku welatê wan li piştevanî kirina Herêma Kurdistanê û hevkarî kirina Pêşmerge de berdewam dibe. Li çarçêweya hevpeymaniya navdewletî da jî beşdarî li şerê azadkirina Musilê dike.Li beranber da Serok Barzanî bi germî bi xêrhatina Wezîrê Bergiriyê Fransa û şanda li gel kir û spasî gel û Serok û Hikûmeta Fransa kir ku hevsoz û piştevanê gelê Kurdistanê û Pêşmerge ne. Her wiha spasiya tîmên serbaziyên Fransa kir ku li meşq û rahênan û şêwirînê de yarmetiya Pêşmerge dane. Serok Barzanî li axaftina xwe de behsa rewşa meydanî ya bereyên şer û operasyona azadkirina Şingalê kir û di derbarê hereşeya terorê de balkişand li ser wê yekê ku rûdanên terorîstiyên Parîs û Bruksel û êrîşa terorîstan ya li ser Kurdistanê belgeyên zelalin ku teror hereşeyeke ji bo hemû welatan û rûbirûbûna wê jî hewla hemû aliyên civaka navdewletî dixwaze. Eve jî xisterû ku cihê şanaziyê ye li ser destê Pêşmerge efsaneya Da’îş hate têkşikandin. Di derbarê amadekariyên operasyona azadkirina Musilê jî Serok Barzanî behsa wan tehdît û metirsiyan kir ku li encama êrîşa terorîstan ya li ser xelkê pêkhatiye. Tekez li wê yekê jî kir ku bi navê rêgirtina li dûbarebûna karesatan û dilniyayî ya pêkhatên neteweyî û olî û mezhebî parêzgeha Nînowa pêwîste rêkkeftin û planekî siyasiya bi rêkûpêk di navbera aliyan û pêkhatan da hebê.Li beşekî dinê civînê de Wezîrê Bergiriyê Fransa behsa wan hevkariyan kir ku welatê wan bi niyaze li paşarojê de pêşkêşî Pêşmergeyan bike û eve jî xisterû ku Serokê Fransa ji rewşa meydaniya şer û tehdîdên li ser Herêma Kurdistanê û dîtin û nêrînên Serok Barzanî yên di derbarê hemû kêşeyan de agahdar dike.
Pêş
01/07/2025
Serokê şeredariya Îzmirê yê berê hate binçavkirin
01/07/2025
Serok Nêçîrvan Barzani û Balyozê Fransayê rewşa deverê nirxandin
Têkildar
Balkêş e ?
Close - Rojek çarenûsî ji bo CHPê…!30/06/2025