Cîhan
Forbes: Ji ber Korona milyardêrên Amerîka dewlemendtir bûn
Li gor raporeke kovara Forbes ya Amerikî li navbera 18 Adarê heta 19 meha Gulanê, 600 milyardêrên Amerîkayî 434 milyar dolar qazanc kirine û bi vî awayî serwet û samanê wan sedî 15 zêde kiriye.
Karantîneya welatiyan ya li malên wan û girtina xwaringeh û firoşgehan ya li serdema belavbûna Korona bûye sedema zêdebûna kirîna online û bi vî awayî kompanyayên çalakên li vî warî de qazanceke zêde bi dest ve anîne.