Folklora di kitêba min de zengîniya gelê kurd e

Xebata Mehmet Guzeler ya 10 salin li ser dixebitî bi navê ‘Folklora Qerejdaxê’ hat amadekirin. Kitêb ji Weşanxaneya Nûbiharê hate çapkirin. Mehmet Guzeler dibêje; “Folklor zengîniya gelê kurd û zimanê kurdî ye. Tiştên ku dê bi rîspiyan ra here gorê, me ew ji ‘mirin’ê xilas kirine, me kirine bin qeydê.”

Mustafa Zengîn

Li gorî ragihandina Alan Dundes peyva ‘folklor’ê cara ewilî di sala 1846a da ji aliyê William John Toms ve hatiye bikaranîn û nîqâşên li ser wate û naveroka vê peyvê ji wê demê heta niha hîn jî berdewam dikin. Peyva folklorê wek ‘folk-lore’ ji peyva ‘folk’, yanê ‘gel’ û ji peyva ‘-lore’, yanê ‘zanist’ an jî ‘lêkolîn’ê pêk tê û bi giştî tê wateya ‘zanista/lêkolîna gel’. Ramazan Pertev diyar dike ku,her çi qas pênaseyeke durust nehatibe kirin jî, bi giştî qada xebatên ji bo folklorê ‘çanda gel e.’ Naveroka xebatên folklorê jî ji mît, çîrok, pirsên pêşiyan, biwêj, qerf û henek, qirwelk, dijûn, lorîk, mamik, metelok, dia û nifir, zûgotinok û ji tişt û keresteyên wek xwarin û vexwarinê, cil û berg û xalîceyan pêk tê.

Her wiha nîqaş û xebatên li ser folklorê di nav kurdan de jî xwediyê raborî û serpêhatiyeke dirêj e. Lê wek ku Necat Keskîn balê dikşîne ser, xebatên folklora kurdî ji xebatên ‘teorîk’ bêhtir di qada berhevkirinê de mane. Di warê berhevkirin û komkirinê de herî dawiyê xebatek li ser herêma Qerejdaxê derçû. Ev xebat ji aliyê Mehmet Guzeler ve bi navê ‘Folklora Qerejdaxê’ hat amadekirin û ji Weşanxaneya Nûbiharê hate çapkirin. Mehmet Guzeler bi qasî 25 sal in li Siwêregê parêzeriyê dike û ev nêzikî 10 salan e li ser vê xebata xwe ya navborî dixebite. Di vê xebatê de 6 beş hene û ji van sernavan pêk tê: Pirsên Pêşiyan, Biwêj û Biwêjok, Qirwelk, Gotinên li ser Gundan û Eşîran, Nifir û Dua.

Me jî li Baroya Rihayê bi nivîskarê kitêbê birêz Mehmet Guzeler re hevdîtinek pêk anî û pêvajo û armanca amadekirina kitêbê û herwiha girîngiya xebata wî û xebatên folklorîk ji bo Kurdan jê guhdarî kir.

Li ser navê malpera Gazete Duvarê ez pêşiyê bixêrhatina te dikim keko. Tu bi xêr hatî. Kitêba te ya nû jî pîroz û bi xêr be.

Sax bî, ser çavan.

Niha keko, dixwazim pêşiyê ji vî tiştî destpê bikim: Ev kitêb di encama pêvajoyeke çawa de derket meydanê? Ev fikra ji ku hat? Ev çend sal in tu bi vî karê folklor û berhevkirinê ra eleqeder dibî?

Niha di sala 1990î de min zanîngeh qezenc kir û ez çûm Enqereyê. Ji wê royê ve meraqa min li ser zimanê kurdî hebû. Wexta min mekteb qezenc kir, di wê heyamê de zimanê kurdî bû serbest. Yanê qedexe li ser zimanê kurdî hebû. Di sala 1991ê de zimanê kurdî bû serbest.Wexta zimanê kurdî bû serbest, pêşî li ber zimanê kurdî vebû. Yanê rojname derketin, kovar derdiketin, kitaben kurdî derdiketin û em jî li ser van, tiştên bi kurdî me girt. Kitaba ewilî, min kitaba Mehmed Ûzûn girt. Kitaba wî bi navê ‘Rojek Ji Rojên Evdalê Zeynikê’ bû. Kurmanciya min jî pir baş nebû. Mine w kitab girt, min xwend û min got, ez dikarim kurmancî bixwînim. Ha ji wê royê heta roya îro têkiliya min û zimanê kurdî her ku çû xurt bû. Ewil bi xwendinê bû. Wexta min mekteb xilas kir, min dest bi awûqatiyê kir, hinek îmkanên baş bûn, hinek kurdiya min pêş de çû. Min got, ez hinekî li ser zimanê kurdî bişixulim, bi teşwîqkirina hevalan. Hevalan got, “tu çima li ser kurdî naşixulî? Tu çima li ser zimanê kurdî tişt-miştinan nanivisînî?” Min got, ez çawa bikim? Min got, ez zargotinan berhev kim. Yanê tiştên folklorîk berhev kim. Min ewilî gava tiştên folklorîk destpê kir, bi tiştên gelêrî kom dikir. Dawiyê min biryar da, min got ez vê xebata xwe bikim herêmî, Çimkî tiştên gelêrî û tiştên giştî li her dere hene, ez taybetiya welatê xwe derxînim pêş. Ez bibêjim, zengîniya welatê xwe derxînim pêş, zimanê welatê xwe, zaravayên welatê xwe derxînim pêş. Bi vê armancê, bi vê fikrê ev xebata me destpê kir. Îşte derdora 9-10 salan em li ser xebitîn. Paşê xebat kemilî, me da weşanê û ev kitêb derket.

Yanê ev karekî 9-10 salan ajotiye.

Erê.

Keko, niha tu parêzeriyê dikî. Ev bi qasî 20-25 sal in tu parêzeriyê dikî. Wek parêzerekî eleqederbûna bi vî karî ra, bi komkirina vî karî ra, çimkî ev karekî pir bi zehmet e, divê tu gund bi gund bigerî, divê tu cimaet bi cimaet bigerî, tu bi rîspiyan ra rûn û rabî, yanê ev parêzerî ji te ra bû derfetek an ji te ra bû zehmetiyek? Yanê wek parêzerekî eleqederbûna bi vî karî ra tiştekî çawa bû?

Niha parêzerî seba tiştên folklorîk derfeteke pir mezin e. Çimkî min wexta dest bi parêzeriyê kir, muşteriyên me zêdetir gundî bûn. Zimanê wa jî kurdî bû. Wexta dihatin bi kurdiyeke esîl şor dikirin û tişt-miştên folklorîk pir zêde bikar dianîn. Wexta şêwrek wan dibû, dawayeke wan dibû, meseleyeke wan dibû, di mav şorên xwe de pirsen pêşiyan digotin, biwêj digotin, mesele digotin. Ev tişta jî pir bala min dikşand. Boyî wî jî ev meslekê me, ev awûqatiya me ji bo min derfeteke pir mezin bû. Bi qanala muşteriyên xwe ez diçûm gundan, naskirina min zede dibû, wan deriyên xwe li min vedikirin, cimaet kom dikirin, hinek dostî, hinek muşterîtî, hinek kirîvatî, bi vî şiklî me din av gel de tiştên folklorîk bi rihetî top kir.

Ez dixwazim vî bibêjim, gava te ev kara dikir, tu kesî ji te ra got, “Yaw tu parêzer î, rûnî li cîyê xwe û kare xwe bikî. Tu çi bi vî karî re eleqeder dibî?” Tu qet rastî gotinên were hatî?

Pir kêm. Ez gava li gundan digeriyam însanan pir eleqeyeke xweş rê min didan. Min ji wan re digot, “Ro wê hebe, zimanê kurdî wê pere bike. Ro hebe, van tiştên em top dikin ji zariyên me re ew ê bi fayde bin. Belkî hikumat îro ji zimanê kurdî re îmkanê nade, belkî sibe di mekteban de zimanê kurdî serbest be. Bona wî jî ev tiştên hûn zanin, ji me ra bibên, bira wenda nebin.” Wan jî, em bibêjin, tiştên di bîra wan de bûn, tiştên ku di tûrê wan de bûn, gişkî ji me re digotin, me jî digirtin qeydê. Yanê gundî jî pir eleqeder dibûn. Kesî j imin re negot, “tu merikî awûqat î, tu çima tişkî awiha dikî?” Yanê ez rastê nehatim. Belkî me standartek di orta xwe de çêkir, belkî me ji zimanê hev baş fêm kir, belkî, em bibêjin, baweriya wan bi min dihat. Bi vî şiklî min tu astengî nedî.

Jixwe tu ne xerîbê wê herêmê bû jî.

Belê, rast e.

Niha keko, te gotiye, ‘Folklora Qerejdaxê’ û ji kitêbê jî diyar e tu bi wan pirsên pêşiyê, biwêj û qirwelk û metelok, belkî em bibêjin, zargotinên li herêma Qerejdaxê re eleqeder dibî. Mesela, gava tu li ser van xebitî, ku xuya ye te berhemên din, folklora herêmên din jî xwendine û şopandiye, yanê li gorî herêmên din çi xisûsiyek, taybetiyek folklora herêma Qerejdaxê hebû? An te qet da ber hevdu, çi ferq heye di navbera folklora herêmên din û herêma Qerejdaxê de?

Niha li kurdan her herêmek, her eşîrek cudahiyeke wî heye, zengîniyeke wî heye. Heta du gund, ger eşîrên wan cihê bin, folklora wan jî cihê ye. Ev zengîniya me kurdan. Çima? Di nav kurdan de hîna xwendin û nivîsandin zêde pêş neketine. Em bibêjin, mekteba kurdî hîna çênebûye. Zimanekî standart li nav tevahiyê kurdan rûneniştiye. Seba wî jî herêm bi herêm, zengînî derketiye meydanê. Li Siwêregê jî herêma Qerejdaxê pir bala min kişand. Çimkî zimanê wan zimanekî esîl bû, zimanê wan bi kurdiyeke pak bû û bi wî şiklî çanda wan jî hîna çanda berê ya kurdan bû. Ji hela folklorê de pir zengîn bû. Bona wî jî min berê xwe da Qerejdaxê. Min tiştên xwe yên folklorîk li Qerejdaxê zêdetir kom kirin. Hema em bibêjin, ji hêla Berferatiyan de gotin rast dihatin. Me ew jî top dikirin. Lê îlle me wana bi hêla Qerejdaxê de ji wan re famkirin dida, ji wan re dida gotin, ka hele li hêla wan heye an tune ye û ka bi çi şiklî bimane kirine.

Em dikarin bibêjin, te were berawirdkirinek, miqayeseyek dikir. Wek mînak, em bibêjin, li gorî herêma Botanê xisûsiyet û cudahiyeke Qerejdaxê hebû?

Erê, rast e.

Niha keko, em dizanin ku di warê pênasekirinê de, yanê di warê teoriyê de gava em li folklorê dinêrin, folklor, wek ‘zanîna gel’, ‘zanista gel’ an jî wek ‘xelknasî’yê tê terîfkirin. Yanê di derbarê xelkekî de, miletekî de, an jî em bibêjin, di derbarê herêmekê de melûmat û agahiyan dide meriv. Em bibêjin, ew xelk û herêm çawa tevdigerin, têkiliyên wan ên civakî çawa ne, têkiliyên wan ên jin û meran çawa ne, urf û edetên wan çawa ne, pirsgirêkên xwe yên civakî çawa çareser dikin? Tiştên folklorîk di derbarê van mijaran de agahî û melûmatan didin me. Te wek parêzerekî gava ev kar dikir, di warê hiqûqî de tu qet li rastî tiştekî hat? Yanê gava te dixwend, te guhdar dikir, te qet digot, “Haaa, ev tiştekî hiqûqî ye, ev meseleyeke hiqûqî ye, behsa tiştekî hiqûqî dike”?

Nika di folklora kurdî de tiştên teknîk, tiştên modern, tiştên eleqeya bi dewletê re pir kêm in. Çima pir kêm in? Çimkî folklor, tiştên gundiyan e zêdetir. Tiştên ku gundî bikaranîne jî erd e, em bibêjin, heywan in, zivistan e, jin û mêr in, axatî ye, eşîrtî ye, tiştên wiha ne. Pir kêm tiştên hiqûqî din av pirsen pêşiya de hene. Mesela, gotinek heye, dibê, “qapiyê hikumatê ji vir de fere ye, ji wê de teng e.” Vê li ser çi dibê? Yanê tu herî hikumatê vegera te hinekî çetin e. Yan jî dibê, “hikumat bû ker, lê siwar mebe.” Yanê baweriya hikumatê tune ye. Bi vî şiklî çend gotin hene, Wekî din jî tiştên hiqûqî di pirsên pêşiya de, di biwêja de tune ne.

Yanê ne hiqûqeke modern. Dawiya dawî, di encamê de hiqûqeke wê civakê heye, ne were?

Îlle heye, Yanê îlle hiqûqa civakê heye, îlle li ser wan şor gotine. Hene yanê. Lê ne zêdetir in. Kêm in yanê.

Yanê mesela, te di axaftina xwe de ew gotina “Ker Kawî, sîpe Mersawî” got. Ji maneya vê tê xuya ku ev meseleyek hiqûqê ye li gorî ededetê xwe.

Erê, yanê ‘hiqûqata cimaetan’ zêde zêde di nav de heye. Çimkî kurmanc, gava tiştek bi serê wan de tê, diherin cimaetê. Tiştên cimaetî pir pir zêde ne.

Niha, ez bi xwe jî ji wê herêma Qerejdaxê me. Gava min ev kitêba te xwend, min ew hinek gotinên berê ji pîrika xwe bihîstibû, hat bîra min û min got, “erê, pîrika min jî ev gotin digot.” Îja keko, folklor ji hêlekê ve bo miletekî, dibêjin, “îro û do bi hev ve girê dide.” Yanê dibêjin, folklor ‘bîr’ek e, hafizayek e ji bo miletekî. Di vî warî de ev berhema te çi dide me, bi taybetî di warê herêma Qerejdaxê de?

Niha folklor yan jî tiştên ku me di kitêba xwe de berhev kirine, nivisandine, zengîniya gelê kurd e, zengîniya zimanê kurdî ye, zengîniya çanda kurdî ye. Yanê tiştên ku dê bi rîspiyan ra here gorê, me ew ji ‘mirin’ê xilas kirine, me kirine bin qeydê. Neslê nû jî ew ê li ser bixebitin, kêmaniya me derxînin yan jî lê zêde bikin û ew ê pêşde bibin.

Di dawiya hevpeyvîna me de dixwazim vê bipirsim. Komkirin û berhevkirina vê berhemê ji te ra bû tecrubeyeke çawa?

Ez di vê xebatê de hînê pir tiştan bûm. Xebatên li ser folklorê, xebatên li ser zimanê kurdî çêdibin, pir çetin in. Bi însanekî tenê nabe. Kultura kolektif jî din av me kurmancan de tune ye. Em bibêjin, ji hêla aborî de, ji hêla zemên de derfet lazim in. Kêm însan van derfetan dibinin. Ê min hinek derfetên min çêbûn. Ez bibêjim, hinek ji aîla (malbata) xwe, hinek ji qezenca xwe, hinek ji awûqatiya xwe kêm kir, min giraniya xwe da ser vê xebatê, tiştên folklorîk. A niha jî ez pir memnûn im, esereke wiha derket meydanê. Ez dibêjim, rind e ku me ev xebat kiriye, ev tişta ji wendabûnê, ji mirinê xilas bûye.

Jêder: Duvar

Nerîna min :