Polîtîk

Firokeyên tirkiyê devera Berwarî Bala bombebaran kir

Carekê din Firokeyên Cengî yên Artêşa Tirkiyê derdora gundê Kêste ya li devera Berwarî Bala yê ser bi qeza Amêdiyê bombebaran kir û eve jî metirsiyeke mezin li ser xelkê gund kir.

Li demjimêr 12.40 xulekê îşev, bi behaneya hebûna çekdarên PKK firokeyên cengî yên artêşa tirkiyê bi dûrîtiya 100 metran derdora gondê Kêste bi tundî bombebaran kiriye. Her wiha encamê de ziyanên maddî gihandîne xelkê gund û ji ber dengê wan bombeyan dergeh û penreyên gelek xaniyên deverê şikestîne.

Back to top button