Amerîka: Derxistina tirkiye ji programa F35 ziyana wê zêdetire

Nivîsîngeha Lêpirsînê li Hikumeta Amerîka (GAO) ragihand, derxistina tirkiye ji programa F35 metirsiyên zêdetir li ber dikevê.

Ev nivîsîngeh li raporek da hişyariyê daye ku eger tirkiye ji programê bê derxistin, eve jî dibê sedemek ku metirsiyê li ser berhemanîna Firokeyên F35 bike.

Her wiha balkişandiye li ser wê yekê hemû taqîkirin li gor plana sala derbasbûyî berev pêşve çûne, lê belê ji ber Korona beşek ji programê ji bo 9 mehan hatiye paşxistin.

Berê jî saziya pîşesaziya berevaniya tirkiye ragihandibû, welatê wan li berhemanîn û radestkirina perçeyên pêwîst yên ji bo temamkirina projeya çêkirina Firokeya F35 ê Amerîkî berdewame.

Nerîna min :