Cîhan

Financial Times Erdogan û Îmamoglû dan ber hev: Wekheviyeke mezin heye!

Ceza û qedexeya siyasî ya li ser Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû di çapemeniya cîhanê de bi berfirehî hate nirxandin. Rojnameya Financial Times a Britanî di nûçeya xwe ya di vê derbarê de jiyana siyasî ya Erdogan û Îmamoglû dide ber hev û wiha dibêje: “Di navbera bextê siyasî yê Îmamoglu û Erdogan de wekheviyeke mezin heye.” Rojnameyê her wiha nivîsîbû ku Îmamoglû di hilbijartinan de weke hevrikê potansiyel a Erdogan tê dîtin.

Biryara dadgehê ya di derbarê Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû di çapemeniya cîhanê de dengek mezin da. Di dema ku gelek rojnameyan amaje bi wê yekê kirin ku Îmamoglu hevrikekî bihêz ê Serokomar Erdogan e, şîroveya Erdogan-Îmamoglu ya balkêş ji ji aliyê rojnameya Financial Times a Brîtanyayê hat kirin.

Rojnameyê jiyana siyasî ya Erdogan û Îmamoglû de nivîsiye ku bextê siyasî yên her du navan dişibin hev. Di nûçeyê de hat gotin, “Bextewarên siyasî yên Îmamoglû carinan dişibin yên Erdogan. Erdogan piştî ku di sala 1994’an de weke şaredarê Stenbolê hat hilbijartin, li tevahiya welêt bû kesayetek navdar. Piştre jî bi helbesteke xwe ya di sala 1998’an de li gel tehrîkkirina nefretê sûcdar hat dîtin. Ji siyasetê hat qedexekirin û neçar ma dest ji wezîfeya xwe berde, û 4 mehan di girtîgehê de ma, feraseta ku Erdogan bi xeletî hatiye mehkûmkirin, dengdêran li ber çavan girt û di hilbijartinên de piştî 4 salan de partiya Erdogan bi hêsanî di hilbijartinê de serketin destve anî.”

Financial Times di nivîsa xwe de destnîşan kir ku qeyrana aborî ya demdirêj piştgirîya gel a ji bo Serokomar Erdogan di dîrokê de kêm kiriye û wiha got: “Îmamoglu di hilbijartinên sala bê de wek hevrikê potansiyela Serokomar Erdogan tê dîtin.”

Li aliyê din rojnameya Brîtanî Guardian nivîsî ku biryara derbarê Îmamoglû de gava dawî ye ji bo zêdekirina zextên li ser partiya sereke ya muxalefetê beriya hilbijartinan e. Rojnameyê bi bîr xist ku Seroka Stanbulê ya CHPê Canan Kaftancioglu jî ji ber heqaret li Serokomar Erdogan kiriye cezayê girtîgehê û qedexeya siyasî hatiye dayîn.

Balkêş e ?
Close
Back to top button