Kultur

Filma Mano Xelîl li Locarno xelat girt

Di 64 saliya festîvala Filman a Locarno, filmê derhinêrê Kurd Mano Xelil „Baxçên Bihiştê” „Unser Garten Eden“ hat laiyqî  xelata „Cewhera sînema Swîsrî“ a 2011. Ev xelat ji aliyê sendîka rojnamevan û Rexnegerên Sînema li welatê Swîsra hersal tê belav kirin.

Tê zanîn ku ev Film berî niha çend xelatên din bi dest xistibu. Weke ku tê zanîn ev Film ji aliyê 4 kanalên televizyonên navnetewî; televizyona Swîsrî ya zimanê almanî SF, kanala zimanê Frensî TSR, kanala zimanê Îtali RSI û kanala televizyona Almanî 3sat di destpêka sala 2010 hatiye amadekirin.

“Ev film dikeve nav beşê filmên Dokudrama. Çîrokên 5 malbatên biyanî ne ku li Swîsrê bi cih bune. Malbatek Algîrî û Swîsrî, malbatek Polonî, ìtalî, Kroatî û kurdin”.


http://www.art-tv.ch/7930-0-Locarno-2011-Filmperle.html

Back to top button