Fidan:Emê rola xwe di dabînkirina aştiya navxweyî û aramiya Iraqê de bilîzin.
Derbarê serdana sibe ya Serokomar Erdogan bo Iraq û Herêma Kurdistanê ,Wezîra Derve Tirkiyê Fîdan got, “Di serdana Serokomarê me de ji bo îmzekirina zêdetirî 20 rêkeftinan rêkeftinên destpêkê temam bûne.”
Li Stenbolê Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan û Wezîrê Karên Derve yê Morîtanyayê Muhammed Salim Merzuk re hevdîtin kir.
Fîdan di civîna çapemeniyê ya piştî hevdîtinê de derbarê serdana Serokomar Recep Tayyîp Erdogan a ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê ya sibê de axivî û got: “Armanca me ew e ku em di nav trafîka peywendiyê de bin ku aramî, dewlemendî û geşepêdana herêmê pêkan be û sazîbûnê pêk bîne. Ji bo peywendiyên me yên bi vî awayî, dabînkirina aramiyê li herêmê.”
Fîdan diyar kir ku Erdogan dê li Bexdayê bi Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa El-Sudanî ra bicive û civîneke xebatê li dar bixe û diyar kir ku dê paşê peyman bên îmzekirin.
Fîdan bal kişand ser xebatên ku ev demeke dirêj e di warên ewlekarî, enerjî, çandinî, av, çandinî, tenduristî û perwerdeyê de hatine kirin û wiha got: “Niha ji bo cîbicîkirin û îmzekirina zêdetirî 20 peymanan amadene ku bêne îmzekirin.”
Wezîr Fîdan diyar kir ku Erdogan dê bi Serokomarê Iraqê Abdullatîf Reşîd re jî bicive.
Fîdan diyar kir ku Serokomar Erdogan piştî Bexdayê wê di çarçoveya serdana xwe ya Iraqê da were Hewlêrê û wiha got: “Di serdana xwe ya Hewlêrê da Serokomarê me bi rayedarên hikûmeta herêmê re wê bê bahev û piştgiriya xwe ji bo zêdekirina peywendiyên di navbera wan da nîşan bide. Emê rola xwe di dabînkirina aştiya navxweyî û aramiya Iraqê de bilîzin.”