Cîhan

Fîdan: “Li Iraqê têkoşîna li dijî PKK bê navber dewam dike”

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan di civîna butçeya sala 2024an de axivî û got: “Ewrûpa ku Tirkiyê ji bilî hevparê xwe wek hevrik dibîne û hin hevalbendên me yên NATO yê hesasiyetên me yên ewlekariyê li ber çavan nagirin, dibe sedem ku welatê me bêhtir şiyan û stratejiyên alternatîf pêş bixin. Ev ji bo m ne hilbijartinek e, ji bo mayîna dewlet û neteweya me pêwistiyek e”.

Hakan Fîdan, di axaftina xwe ya di civîna Lijneya Giştî ya Meclisa Netewî ya Tirkiyeyê de destnîşan kir ku pergala navnetewî ev demek dirêj e di nav nezelalî û bêîstiqrariyê de dimeşe û pêşbirka jeopolîtîk û jeoekonomîk zêde dibe.  Fîdan bal kişand ser aloziyên Sûriye, Iraq, Lîbya, Kafkasya, Balkanan û derbe û qeyranên siyasî yên din ên li parzemîna Afrîkayê û diyar kir ku van pêşhatan rewşa herêmê aloztir kiriye. 

Fîdan, di axavtina xwe de behsa Iraq û Sûriyê jî kir, şerê li dijî PKK û pêkhateyên wê anî zimên û got:  “Em bi tevahî girêdayî yekîtiya axa Sûriyê û yekîtiya siyasî ne. Têkoşîna me ya li dijî rêxistinên terorê bi taybetî PKK/YPG wê dewam bike. Em têkoşîna xwe ya ji bo rêlibergirtina avakirina dewletek terorê li bakurê Sûriyê didomînin. DYA di bin navê tekoşîna li dijî DEAŞê piştgiriya terorîstên YPG/HSD dike û ev jî şaşiyek stratejîk e”. 

Fîdan bal kişand ser polîtîkayên NATO jî û yê û weha got: “Dema em li polîtîkayên ku di van salên dawî de ji aliyê hin welatên NATO yê ve tên meşandin dinêrin, piştgiriya ku li Sûriyê ji PKK/YPGê re tê dayîn û zixtên ku li ser Tirkiyê di pîşesaziya berevaniyê de tên sepandin, nakokî ye. Em ne tenê di her platformê de vê nakokiyê tînin zimên, lê di heman demê de dibêjin ku ev pirsgirêkek jeostratejîk e”.

Back to top button