Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan li Enqere bi Endamê Komîsyona Berfirehbûn û Cîrantiyê ya Yekitiya Ewropayê Oliver Varhelyi re civiya.
Piştî civînê Fîdan û Varhelyi daxuyaniyeke hevbeş da çapemeniyê û li ser naveroka civînê axivîn.
Di axavtina xwe de Fidan behsa şer û aloziyön navbera Eşîrên Ereba û çekdarên PYDê li devera Dêrezorê kir û got: “Serhildana eşîrên Ereb a li dijî YPGyê mijareke ku me pêşbînî dikir bû. Divê li herêmê dawî li polîtîkayên bi taybetî kontrolkirina Ereban bi destê YPGyê bê anîn.. Eger îev berdewam be , dê evê bibe destpêkek”