Wezîrê Karên Derve yê Tirkiye Hakan Fîdan di hevpeyvîna xwe ya li gel kanala UTV ya Iraqê de, têkildarî têkiliyên Tirkiye-Iraqê, geşedanên herêmî û li ser tehdîda PKK’ê nirxandinên balkêş kirin.
Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan di hevpeyvîna xwe ya li gel kanala UTV ya Iraqê de, têkildarî têkiliyên Tirkiye-Iraqê, geşedanên herêmî û tehdîda PKK’ê nirxandinên balkêş kirin. Fîdan destnîşan kir ku divê PKK dest ji çekan berde û xwe fesih bike; Wî hêviya xwe anî ziman ku PKK guh bide banga Ocalan.
.
Fîdan diyar kir ku di navbera Tirkiye û Iraqê de di warê dîrok, çand, erdnîgarî û baweriyê de têkiliyên xurt hene. Fîdan bal kişand ser wê yekê ku Tirkiye di bin serokatiya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan de ev 20 sal in ji bo serwerî û aramiya Iraqê li kêleka Iraqê ye û got, “Em dixwazin Iraq bibe dewleteke bihêz û hemû pirsgirêkên xwe derbas bike.”
Fîdan bal kişand ser 27 peymanên ku di serdana Serokomar Erdogan a Iraqê da hatin îmzekirin û diyar kir ku di navbera herdu welatan da bi taybetî di mijarên wek Rêya Pêşketinê, av, enerjî, bazirganî û ewlehiyê de zemîneke xurt a hevkariyê hatiye avakirin.
Fîdan diyar kir ku PKK li ser xaka Iraqê bi taybet li herêmên wekî Şengalê pêkhateyeke dagîrker e û got, ew li bendê ne ku hikûmeta Iraqê di vê mijarê de gavên bibiryartir bavêje.
Fîdan bal kişand ser wê yekê ku PKK ne tenê ji bo Tirkiyê, ji bo Iraqê jî metirsiyek cidî ye û got: PKK bi kiryarên wek qaçaxçiya çek û madeyên hişber, gendelî li gumrikê û leşkerkirina bi zorê serweriya Iraqê têk dide.
Fîdan li ser banga rêveberiya PKK’ê ya ji bo danîna çekan jî got, “Em hêvî dikin ku rêxistin guh bide vê bangê û bi lidarxistina kongreya xwe, xwe fesih bike. Ev yek ne tenê ji bo Tirkiyeyê, ji bo hemû Kurdên li Iraq, Sûriye û herêmê wê bibe destkeftiyeke mezin.” Fîdan, da zanîn ku divê rêxistin xwe veguhere avahiyeke din û got, wekî din wê Tirkiye bi biryardarî têkoşînê bidomîne.
Fîdan bal kişand ser wê yekê ku Tirkiye li dijî dubendiya şîe-sûnî ya li Iraqê ye û divê ev yek raweste. Gotinên Serokomar Erdogan ên “Ez ne şîe me, ne sunî me, ez misilman im” bi bîr xist û anî ziman ku ji bo hemû pêkhateyên Iraqê di nava aramiyê de bijîn erka Tirkiyeyê ya pêşîn e.
Fîdan diyar kir ku peywendiyên bi Hewlêrê re li ser bingeheke avaker berdewam dikin û Mesûd Barzanî, Nêçîrvan Barzanî û Mesrûr Barzanî di çareserkirina pirsgirêkên herêmê de beşdar in. Fîdan rexne li Silêmaniyê girt û got ku divê YNK têkiliyên xwe bi PKKê ya rêxistina terorê re qut bike û tenê xizmeta gelê xwe bike.