Kultur

Fexriya 50 sale li Şeqlawe mey û şeraba xwemalî çêdike

Jineke temen 70 salî, zêdetirê nîvê temena xwe mijulî çêkirina mey û şeraba xwemaliye, ew xanima Şeqlaweyî 50 sale bi vî karî mijûle û wekî ew dibêje ji bilî li tirê çendîn cûreyên meyweyên din jî şerabê çêkiriye.

Fexrîye Îlya nîştecihê Şeqlaweye û yek ji berhemhênerê şeraba xwemaliye li Herêma Kurdistanê û ew li vê demsalê de serdana nava rezan dike bo ku bizanê kijan tirê bi kêrî şerabê tê. Fexriye ji bo çêkirina şeraba xwe pêwîstî bi tirêyeke taybete, tirêya reş û bi av bê û dem lêkirina wê hatibê, dibêje: “Dizanim kengê dema wê ye û çawa wan jê vekim.”.

Tîma Kurdistan24 li gel Fexriye diçine nava rezên tirê û li wir wesfa wê tirêyê dike ku ji bo şerabê başe û dibêje: “Tirêya sor nabê, ji ber ku rengê şerabê têk diçê, divê tirêya reş bê û li rezên dêmî(bê avî) bê”.

Her çende temena wê 70 sale, lê belê hêz û uzeya wê heye û li yekem qonaxa çêkirina şerabê her ew bi xwe mijûlî karê xwe dibê, bibê bikaranîna amêrên serdem bi lingên xwe tirêyê vediguşê. Wekî ew bi xwe dibêje: “Ji bo her lîtrek şerab pêwîstî bi 3 heta 4 kîlo tirêya taybet heye. Ji bilî şerabê tirê çendîn cûre şerabên din jî çêdike ku her yek ji wan çendîn sal temena wan heye.

Back to top button