Kultur

Festîvala Wêjaya Kurdî bi serkeftî derbas bû

Festîvala Wêjaya Kurdî  li Berlîn bi serkeftî derbas bû
Festîvala Wêjaya Kurdî li Berlîn ku ew di roja 2 Cotmehê-Şembî di demjimêr 10.00 li Berlînê dest pê kiribû îro (yekşembî)  bi dawî hat. Di Festôvalê de gelek nivîskarên Kurd beşdar bûn û gelek pirtûkên Kurdî yên nû gihîştin xwendavnên xwe…

Festîvala Wêjeya Kurdî  li Berlîn ku ew cara yekemîn e  li vî bajarî  dihête lidarxistin, ji layê nivîskar  û xwendevanên Kurd   bi eleqeyeke mezin  hate pêşwazî kirin. Di Festîvalê de gelek pirtûkên nû hat pêşkêşkirin û gelek nivîskarên Kurd bi xwendin û şêroveyên li ser kar û xebatên xwe bi xwendevanên xwe re hatin gel hev. Ji layê nivîskaran, Necîb Balayî, Husen Kartal, Hêvî Berwarî, A. Balî, Zeynel Abidîn, Evdile Koçer, Helîm Yusuf, Hesen Îrandost, Alî Husên Kerîm, Bekîr Alî, Kerîm Biyanî, Serfiraz Neqşebendî,   Rûkiye Ozmen, Pêşrew Seyd Îbrahîm, Ehmmed Deştî,     Edîp Çelkî, Kirmanc Herkî, Cemal Balikaya, Tengezarê Marînî, Ayhanê Bêrtî,   Dr. Gundî Dilberz, Ehmed Balayî, Şewqî Îsa û Mecît Heso beşdarî festîvalê bûn, teblîxên xwe pêşkêş kirin û ji berhemên xwe hin beş û babetan xwendin.

Di festîvalê de bi taybet li ser pirsgirêkên weşan û belavkirina berhemên wêjeyî û her wisa pirsgirêkên nivîsarî û asta wejeya Kurdî ya di cîhanê de jî hate gengeşîkirin.
Di navberên civînan de jî xwendevanên Kurd derfeta lêgerîn û hilbijardina pirtûkên Kurdî peyda kirin û her wisa nivîskaran jî pirtûkên xwe jibo xwendevanên Kurd îmze kirin.
Di dawiya festîvalê de komîteya amedekar bi nivîskar û beşdarên festîvalê re civînekê lidarxist û her wisa rewşa panêl û gorûbêjan û pêşengeha pirtûkan gengeşî kir, kêmasî hatin destnîşankirin û jibo festîvalên dahatuyê de pêşniyaznên girîng û bi nirx hatin kirin.

Wek dihête zanîn, Festîvala Wêjeya Kurdî li Berlîn ji layê saziyên Kurd, Înstîtuta Kurdî, Navenda Kurdî, AVADANî, KNK Komîteya Çand û Hûnerê, BÛN û Weşanxaneya HAN hatibû amadekirin.

Komîteya Amedekar jibo raya giştî daxûyaniyek amadekir û bo beşdarên festîvalê xwend û raya wan daxwez kir.
Di dawiya vê cibînê de bi pêşiyazên beşdaran konferans hate bidawîkirin.

Daxûyaniya Komîteya Amedekar:

Bi vê festîvalê re hatiye sehkirin ku gelê Kurd yê li Berlîn pêdiviya bizaveke wisa girîng û bi nirx heye. Li gel hin kêmasiyan, em jibo tevlîbûna xwendevanên Kurd ya bi dilsozî û xurtî ya vê festîvalê û her wisa ked û xebatên nivîskarên Kurd, şanaziya xwe dixwezin diyar bikin. Her wisa ev ezmûna han bi me ferz dike ku divê ev festîval bi carekê ve dawî nehê û her sal wek kevneşopiyeke çandî li Berlîn bihête lidarxistin û bizaveke berfirehtir û dewlemendtir bihête pêkanîn.
Her wisa Festîvala Wêjeya Kurdî li Berlîn girîngiyeke mezin dide ziman û wêjeya Kurdî û jiber vê yekê jî boykota şagirt û xwendekarên Kurdên bakûr ya li hember sîstema perwerdeya kemalîst destekê dide û bi aweyekî vekirî daxwez ji raya giştî cîhanê û Kurdistan û Tirkiyê daxwez dike ku, jibo pêkanîna mafê perwerdeya bi zimanê dayik ya li bakûrê Kurdistanê û her wisa li rojava û rojhilatê Kurdistanê, daxweza piştgirî û hevgirtina bi gelê Kurd dike. Festîvala Eêjeya Kurdî li Berlîn ji rayedarên dewleta Tirk bi şêweyeke fermî daxweza pêkanîna perwerdeya bi Kurdî dike û jibo wê yekê helwesta xwe vekirî dide diyarkirin.
Her wisa Festîvala Wêjeya Kurdî li Berlîn li hember  hemî hewildanên dewleta Iraqê ku evro dixwezin Kurdên Êzdî, Feylî û Şebek wek netewek cûda bidin  diyarkirin, helwesta xwe diyar dike û vê hewidlanan seranser şermezar dike.

1. Festîvala Wêjeya Kurdî li Berlîn
Komîteya Amedekar
03.10.2010-Berlîn-Almanya

 
KNN/Zagros Baran

Back to top button