Fermandarên Hizbullahê Ehmed Mistefa Elhac Elî û Mihemed Elî Hemedan li Lubnanê hatin kuştin
Li gora medya Îsraîl, IDF 2 fermandarên sereke yên Hizbullahê Ehmed Mistefa Elhac Elî û Mihemed Elî Hemedan li Lubnanê kuştine. Îro arteşa Îsraîl ragihand ku, wan avahiyeka baregehê Hizbullahê operasyonaek li darxistin û encamp de du fermdarên sereke hatin kuştin.
Di berdewamiya operasyonên li dijî çekên Hizbullahê yên li Lubnanê de, hêzên hewayî yên Îsraîlê bi pêşengiya hêzên operasyonan li dartêxin, ew kesên ku fûzeyan tavêjin axa Îsrail ji nav birine.
Li gor daxuyaniya artêşa Îsraîlê fermandarê rêxistina Hizbullah a Lubnanê li devera Hûlayê bû û berpirsê avêtina bi sedan rokêt û mûşekên dijî tankan bû, ku herêma Kiryat Şmona kirin armanc.
Di êrîşeke cuda de fermandarê Hizbullahê Hemdan hat tasfiyekirin.
Wekî din, IDF ragihand ku şeva Pêncşemê, IAF, bi rêberiya îstîxbarata rastîn a berbirsiyara Îstixbaratê, êrîşî depoyên çekan li devera Beyrûtê kir.
Her wiha di operasyonê de binesaziyên leşkerî yên Hizbullahê û depoyên çekan ên li başûrê Lubnanê hatin rûxandin.