Cîhan

Fermandarê Arteşa Azad birîndare

Êrîşek li himber serfermandarê giştî yê Arteşa Azad hate pêkanîn. Fermandarê Artêşa Azad Riad El Esad , di encamê vê êrîşêde birîndar bû.

Wek tê zanîn duh serokê opozisyonê û konseya hêzên netewî yê Suriye Muaz EL Xetib jî ji serokatiyê îstifa kirî bû û xwe dabû aliyekî.

Peyvdarê Arteşa Azad Luhay El Mukdet daxuyaniyek da kanala televizyona AL Arabiye  û got: Riad birîndare û li Tirkiye birînên wî tên derman kirin.
Herweha tê gotin ku bi boimbeyek li seyara Riyad  ketiye.

Erîşa li dijê El Esad li bajarokê El Meydan li Suriye pêkhatiye.

Ji aliyê din ve tê gotin ku  Riyad El Esad lingek yê xwe winda kiriye û lingê wî hatiye jêkirin.

Back to top button