Piştî du salan, êzîdiyên Başîk û Behzanê yekemîn çiraya kêfxweşiyê li wê deverê vêxistin. Zêdetirî 2 salan bû bajarokê Başîk û Behzan di destê DAIŞê de bû. Lê ew deverên Kurdistanî ji aliyê hêzên Pêşmerge ve hat rizgarkirin. Serokê qewalên êzîdiyan li Başîk û Behzanê, Behzad Silêman Sivo ji BasNewsê re got, êzîdiyan piştî du salan li Başîk û Behzanê çiraya Bîrbûtê, ku nîşana ola êzîdatiyê ye, vêxistin û kêf û şahî kirin. Qewal Behzad her wiha got, êzîdiyan mîna her car li defê dan û merasimên xwe yên ayînî bicîh anîn. Piraniya xelkê bajarokê Başîk û Behzanê kurdên êzîdî ne.
Pêş
27/06/2025
Koça dawî kir
26/06/2025
Peyama Serok Nêçîrvan Barzanî ya ji bo sala nû ya koçî
Balkêş e ?
Close - Peyama DEMê ji bo Kerîm Şengalî13/06/2025