Kultur

Êzdî wê cejna sersalê bi online pîroz bikin

Cehwer Elî Beg Birîkarê Mîrê Êzdiyan yê Karûbarên Peywendiyan got: Li gor biryara Encûmena Ruhaniya Êzdiyan îsal rêwresmên cejna Sersalê bi awayeke giştî nayên gêran, ji ber rewşa niha ya Kurdistan têda derbas dibe û pêgîrkirina rênimayiyên Wezareta Tendirustiya Hikumeta Herêma Kurdistanê ji bo parastina jiyana welatiyan ji şewba Korona.

Her wiha Cewher Elî Beg da zanîn ku ev cejin dikeve Çarşema bê 15/04/2020 xelkê me yê xweşdivî dikarin bi awayeke online li malên xweda cejna hevdû pîroz bikin.

Berdewamiyê de Elî Beg got: Di vê cejnê da daxwaz ji hemû Êzdiyan dikîn serdana goristanên xwe nekin û pere ji bo hejaran dabîn bikin.

Back to top button