Ez rolê postecitiyê qebûl nakim
Parlementerê Diyarbekir yê HDPê Altan Tan di bernameyek ya kanala televizyona CNN Turk de rexneyên giran li partiya xwe HDPê kir û got: HDP rolê xwe naleyzê ne karê partiyê ye ku di navbera Qandil û Îmralî dê de postecî be.
Herweha Tan got: Divê HDP li gora erkê xwe tevbigere. Mercê yekemîn yê pêvajoyê parlementoye. Ezî ji berî her tiştekî werim temsil kirin . Cihê min li ser mase pênçbe û ez li kujiyekî rûnim û tu nekim nabe.Gerek me qebûl nekiriya bû ku em navbera Îmralî û Qendîlê de herin werin rolê posteciyan negirtiba ser milê xwe.
Herweha berdewamiya axavtina xwe de Tan bê ku nav bide PKK jî rexne kir û got: Di parlementoyê de çend kursiyên min hebê, ezê li gor wê bême temsîl kirin.Na eger tu vê qebûl nekî û min wek xemlekî bi karbînî û tu min wek posteciyekî bibînînabe, ji xwe wek hertiştekî ku tu dikî bi serê xwe bike. Kerembike tu li defê bide û bi xwe jî bileyze.