Ez mame di hîkmeta xwedê da, Kurmanc-i di dewleta dinê da
Îroj di dinyayê de li 42 ciyan şer didome. Lê mixabin wekî her demê, şerê herî qirêj li ser axa Kurdistanê dimeşe. Ji berê de, milletên din jî li hevbiketina, dîsa Kurd di nav lingan de çûne. Ger ku kîn û xereza wan bi hev re hebin jî, Kurd ji xwe re weke astengiyekê dîtine. Pirê caran bi Kurdan re şer kirine, qetlîamên mezin li ser Kurdan bikaranîne.Ev 1000 sal berê jî wisa bûye, 500 sal berê jî wisa ye, mixabin îroj jî wisa ye. Tim gelên din di tearuzê de ne, gelê Kurd jî di parastinê de ye. Bala xwe bidin Melayê Cizîrî (1570-1640) ew vê rewşê di dîwana xwe de li derên cuda wisa tîne ziman:Zorbe weh têtin Ereb, têk çivandin qesebQencî bi çavan me dî, ceng û cîdala cemelTurkê xwînrêz û xumarî, me bi yek xemzeyekîZuhdê çil salê li min zêr û zeber kir ji esasLi ber çewkan û kaşûyanJi derba Turk û HindûyanDibazim her wekî goyanDema ew têne meydanêRom û Ecem ji her terefHindî û Zengî sef bi sefCeng û suwaş e wan bi xefHatine ber lîwayê zulfWê demê jî Kurd bi tenê bûn, bêxwedan û bêkes bûn, îroj jî bê xwedî u bêkesin. Pirên caran li ser navê miletên din şer dikirin. Kurd wê demê jî tim bêdewlet bûn, bêtifaq bûn, bêhêvî bûn, perîşan bûn, belengaz bûn. Ahmedê Xanî vê rewşê bi dirêjahî û hesteyarî tîne ziman. Xwezî werin em li Ahmedê Xanî (1650-1707) guh ragirin:Saqî tu ji bo Xwedê kerem keYek cur’eyê mey di Camê Cem keSaki! Allah aşkına lütuf eyle, şöyle buyurCem’in Kadehi’ne bir yudum şarap doldurBextê me ji bo me ra bibit yarCarek bibitin ji xwabê hişyarMümkün müdür bize dost olsun bahtımız?Bir kez olsun derin uykudan uyanmamızDa Cam bi meyê cîhannuma bitHer çi me îrade ye xwuya bitDoldur ki bu kadeh bizlere cihanı göstersinNe muradımız var ise ortaya bir çıkıversinÎdbara me wê gîha kemalêAya bûye qabilê zewalê?Artık son haddini bulmuştur talihsizliğimizBundan sonra düşüşe geçecek mi dersiniz?Qet mumkin e ev ji çerxê lewlebTali’ bibitin ji bo me kewkeb?Mümkün müdür feleğin dönmesi lehimize?Mümkün mü bir şans yıldızı doğsun bize?Rabit ji me jî cîhanpenahekPeyda bibitin me padîşahekMümkün mü bizden bir hükümdar kalksa?Bizim içimizden bir padişah ortaya çıksa?Ger dê hebûwa me padîşahekLaîq bidiya Xwedê kulahekEğer biz Kürtlerin de bir padişahı olsaydıVe Allah o padişaha bir taç layık bulsaydıTe’yîn bibûwa ji bo wî textekZahir vedibû ji bo me bextekO padişaha tayin edilmiş olsaydı bir tahtO zaman açılacaktı bize yepyeni bir bahtHasil bibûwa ji bo wî tacekElbette dibû me jî rewacekEğer olsaydı o padişahın giyeceği bir taçElbette o zaman biz de görecektik revaçXalib nedibû li ser me ev RûmNedibûne xerabeyê di dest bûmO zaman bize galip gelmezdi bu RomlarOlmazdık baykuşun konduğu yıkıntılarMehkûmun ‘eleyh û se’alîkMexlûb û mutî’ê Tirk û TacîkOlmazdık başkasının yönettiği miskinlerTürk ve Farslara yenilip emrine girenlerTeb’iyetê wan egerçi ‘ar eEw ‘ari li xelqê namidar eGerçi o kavimlere bağımlı olmak ayıptırAma bu, Kürt ileri gelenlerinin bir aybıdırNamûs e li hakim û mîranTawan çi ye şa’ir û feqîranBu, Kürt hükümdar ve beylerinin aybıdırŞair ve fakir kesimlerin ne güçleri vardır?Herçî bire şîri destê hîmmetZebt kir ji xwe ra bi mêrî dewletKimler uzatmış ise kılıca gayret elleriniErkekçe elde etmişler kendi devletleriniLewra ku cîhan wekî ‘erûs eWê hukim di destê şîrê rûs eÇünkü bu dünya âdeta bir gelin gibidirOna hükmetmek yalın kılıcın elindedirPirsî min ji dinê ev bi hîkmet:Mehra te çi? Gote min ku:HîmmetDünyaya bilgece sordum: Başlığın nedir?Bana şöyle dedi: Benim başlığım gayrettirEz mame di hîkmeta Xwedê daKurmanc-i di dewleta dinê daŞaştım kaldım ne var Allah’ın hikmetindeKi Kürtler şu dünya devletinin içerisindeAya bi çi wechî mane mehrûm?Bîlcumle ji bo çi bûne mehkûm?Acaba neden böyle mahrum kalmışlar?Neden dolayı hep “yönetilen” olmuşlar?Ev Rom û ‘Ecem bi wan hesar inKurmanci hemî li çar kenar inRomlar ve Farslar Kürtleri kuşatmışlarKürtlerin tümü dört parçaya ayrılmışlarHerdu terefan qebîlê KurmancBo tîrê qeda kirîne amancBu iki cephe Kürtlerin karşısına geçmişOnları imha etme oklarına hedef etmişGoya ku li ser heddan kilîd inHer taîfe seddek in sedîd inKürtler sınırların üzerinde sanki kilittirKürt Aşiretleri orada sağlam birer settirEv qulzumê Rom û behrê TacîkGava ku dikin xurûc û tehrîkKızıldenizi andıran şu Rom ve AcemlerNe zaman ortaya çıkıp hareket etseler:Kurmanc dibin bi xwûnê mulettexWan jêk ve dikin mîsalê berzexKürtler her seferinde kana bulanıyorlarBerzah misali birbirlerinden ayırıyorlarLew pêkve hemîşe bêtifaq inDaîm bi temerrud û şîqaq inBunun için hiçbir zaman ittifak etmezlerSürekli birbirlerine diklenip isyan ederlerGer dê hebuwa me îttîfaqekVêkra bikra me înqiyadekEğer birlik ve beraberlik içinde olsaydıkBirbirimize uyup ittifakımızı kursaydıkRom û ‘Ereb û ‘Ecem bi temamîHemiyan ji me ra dikir xulamîTamamıyle Romlar, Araplar ve FarslarHepsi de bizim için hizmetçi olacaktılarTekmîli dikir me dîn û dewletTeshîli dikir me îlm û hîkmetO zaman tamamlardık dini ve devletiElde edecektik hem ilmi hem hikmetiEbdurrehmanê Aqtepî (1850-1905) jî dibêje:Bizanin ku şa‘ir ji Kurdan heneJi ‘uşşaqê Turk û ‘Ecem, zêde neWelî bêxudan in, nehin me reîsKu meqbûlî bin nik wî, şî‘rê selîsMe jî ger hebûya xudanek çunînGuhernas û qîmetşunas û emînJi Kurdan, gelek şa‘irê sîhrîdarBi nexme dihatin, wekî mûsîqarWelî, çun me dîtin ku em bêkes inJi bêçaregî, kes bi me nahesinJi kerema xwe re herî dawi li Şêx Mihemmed Can(1858-1910) jî guhdar bin:Turkî hene nîne KurdîwarîKurdî wekî kenzelê veşarîQet nîne kesek ji xelqê EkradLeyla sîfet ew bi ah û feryad‘İşqê qeh nekirne ew belakêşHîcrê qeh nekirne ew cîgerrêşMin dî hene, lêkî bê mecal inPur ‘aqil û sahibê kemal inSahib huner û xwudan hewes bûnLê şuphetê teyrekî qefes bûnWan nîne muşîr û ne debîrekNe padîşehek ne wan wezîrekPeyda bikira me ger emîrekSahib huner û xwudanê şîrekEv Turk û ‘Ereb Tetar û FarisCarek bibûna li ber me naqisDiqqet bigrên salên 1500 î, 1900î û îroj dîmen heman yek e. Vê carê rewşa îroj ne pêwîst e em bibêjın, jixwe her kes dibîne û di heman demê de jî dijî.Di dawiyê de, ez dikarim bibêjim doza Kurd û Kurdistanê, dozeke hiqûqî ye. Çimkî li ser Kurdan neheqiyek tê meşandin. Ev neheqî li gorî temamê hiqûqên gerdûnî û alemgiştî suc e. Divê Kurd jî di çarçoveya hiqûqê de têkoşîna xwe bidin. Doza Kurd dozek mirovahîyê ye. Ji ber vî qasî divê kurd ji di mucadeleya xwe de bi mirovahî hereket bikin. Di heman demê de doza Kurd û Kurdîstanê dozeke dînî ye. Çimkî dîn bi xwe jî ji bo zilm û zordestî û ji bo xerabî û neheqi jî ortê bête rakirin, hatiye şandin. Heta dikarin dînên xwe bijîn. Ji ber vî qasî divê Kurd di tevgerên xwe de ne li dijî bir û baweriyan bin. Di derheqê dîn de dibe kû kêmber bin, lê tu car ne li hember bin.Pêxember( s.x.l) dibêje “ Ger ji we kê munkerek (xerabî, neheqî, nebaşî) dît, ku ji wî/wê hat bila bi destê xwe, nebû bila bi zimanê xwe mudaxeleyê bike, ew ji nebû bila bi dilê xwe buxz bike û ji wê munkerê dûr bikeve” (Tirmizî, Fîten, 11; îbnû Mace, Fiten, 20)Gelo îroj munkerên (nebaşî û xerabî û neheqi) herî mezin li Kurdan nayê kirin?Gelo îroj ev tiştên ku tînin an jî têne serê Kurdan ne munker in? Belê munkerin. Wê demê Kurd jî divê li gorî vê hedisê tevbigerin û ji xwe re vê hedîsê rêbaz bigrin.XULASEYÊ KELAM WESSELAM18.10.2015Ziyaeddîn EMBARÎ