Ez li cihê Barzanî bam minê hinek nûnerên Kurd ceza kiriban
Berpirsê Desteya Rêveberiya Polîtborûya Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistanê (YNK) Mele Bextiyar ragihand ku “Hinek nûnerên Kurd ên li Bexda di karên xwe de xemsar in. Hinek nûner nivîs û qewîtiyên ji aliyê Hevpeymaniya Nîştîmanî ve dayîn ne gihandine.”
Mele Bextiyar di hevpeyvînekê de li gel Kurdatê got: “Ger ez li cihê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bam, min ê derbarê wan nûneran de lêkolîn kiriban û ger rast ban, minê ceza kiriban.”
Gelek berpirs nûnerên Kurd ên li Bexda xemsar dibînin. Nûner jî tekezê li ser wê yekê dikin ku karê xwe bi başî encam didin.
Berdevkê Lîsta Hevpeymaniya Kurdistanê Mueyed Teyîb ji Rûdawê re got: “Nûnerên Kurd li Bexda ne xemsar bûn. Çi tişta rûda be, despêkê berpirsên Herêma Kurdistanê û serkirdayetiya siyasî ya Herêma Kurdistanê agehdarkirine. Di nava me de hemahengî heye. Lê pêwîste peywendiyên nûnerên Kurd li Bexda û Herêma Kurdistanê bên xurt kirin. Divê lijneyek ya peywendiyan bê damezirandin, heta di kar û bi taybet jî di pirsa siyasî de kar bi awayek baş bên meşandin.”
Teyîb wiha pêdeçû: “Armanca Mele Bextiyar ya di wan gotinan de ne parlamenter bûn û em hemû qewîtiyan digihênin. Ez nizanim ger ti qewîtiyek dabin wezîran û negihandibin.”
Berdevkê Lîsta Hevpeymaniya Kurdistanê Mueyed Teyîb di dawiya daxûyaniya xwe de got: “Dr. Fûad Mehsûn peywendiyek xurt li gel berpirsên Herêma Kurdistanê heye. Herwiha Talabanî jî li ser pirsên siyasî peywendiyên berdewam li gel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî heye.”(Rudaw)