Ez we fam nakim!
Cemal BATUN Konseptek dijberê dewleta Kurdistanê, dijberê Ala Kurdistanê, dijberê hevkarî / yekgirtinek stratejîk a Kurdistanî û bîngehek ku li gel dewleta Kurdistanê, bîngehek li gel yekgirtina / hevkariya Kurdistanî, bîngehek têkoşer… Ew konsept birêve dibe, ev gotin / dîtinên min li jor nivîsandî her roj bi daxuyaniyan, di konferans û civînan de tîne ziman , dibêje : Min fikra Kurdistanê avêtiya sergo! Dijberiya ala Kurdistanê di meş û civînan bi qedexeyê diyar dike, êrîşî hilgirên ala Kurdistanê dike! Lê bîngeh bi ya wê konseptê dike. Bi rastî – ez fam nakim! * * * * * Berî çendîn rojan, cîgira hevserokên Partiya Demokrasiya Gelan (HDP) Meral Beştaş, tevlî Cîgirê Serokê Giştî yê Partiya Komarî ya Gel (CHP) Sezgin Tanrikulu, Parlementerê Diyarbekrê yê Partiya Maf û Geşepêdanê (AKP) Galip Ensarioglu û Sekreterê Giştî yê Weqfa Mefê Mirovan li Tirkiye Metin Bakkalci ji bo beşdariya panelên li ser Rewşa Tirkiyeyê li Swêdê bûn. Di şîvekê de me karî em sohbetên berfereh bikin. Di axaftina li wir jî Beştaş diyarkir ku: Hevkariya wan wekî HDP li gel çepgîrên Tirk – hevkarî / yekîtiyek stratejîk e! Û ev li ser daxwaza ”Serokatiyê” ye! Herweha li ser rewşa Başûrê Kurdistanê û Serokê Kurdistanê Birêz Barzanî gengeşiya me çêbû ku wê rexneyên giran û min piştgiriya Serokê Kurdistanê û Hukimeta Başûrê Kurdistanê kir. Medya, konsept, berpirsiyarî ya PKK û hawîrdora wê her roj rexneyên herî nerast û dezinformatîv li ser Başûrê Kurdistanê û Serokê Kurdistanê belav dikin. Bi awayek vekirî didin nîşandan ku – li dij Serbixwebûna Kurdistanê ne. Fikra Kurdistana Serbixwe avêtine sergoyê (!) Di roja pîrozkirina Alaya Kurdistanê bi xwe de – wekî rûdanên li Rojavayê Kurdistanê, êrîşî Alaya Kurdistanê dikin! Diyardikin ku: ew hevkarê / yekîtiya stratejîk li gel çepgîrên Tirk in(!) Li aliyek din, bîngeha PKK, PYD, HDP û periferiya wan, di her imkanê de tîne ziman ku: ew li gel Kurdistanek azad / serbixwe, hevgirtin / yekîtiya Kurd in. Guman jê re nî ne ku daxwazên bîngehê – daxwazên welatparêz in. Lê, di heman demê de diyar e ku berpirsiyarî, birêvebirî û medyaya PKK û hawîrdora wê li dij van daxwazên bîngeha xwe ye… Ev e ya ku ez fam nakim. ***** Welatê me li her çar aliyê xwe di bin êrîşkariyek dijwar a dijminên Kurdistanê de ye. Çareya vê pêvajoya giran, ji yekgirtin û hevkariya Kurd / Kurdistanê derbas dibe. Li ser bîngehê nirxên welatparêzî – Armanca Kurdistana serbixwe, Ala Kurdistanê, pêkanîna hêvî û daxwazên neteweyên Kurd ve derbas dibe… Hêvîdar û daxwaz im: bîngeha PKK, HDP, PYD bikaribe konsepta dijberiya Kurdistanê ya birêvebirên xwe bikaribe bide gûherandin. Lê mixabin, ji vê yekê ne umîdwar im. Stockholm, 20 Çileya Pêşîn 2015____________________________