Ez dijminê elewiyanim min ew kuştin
Ev gotina li jorê ya Midûrê Giştî yê Polîs e. Belgeyekî bi sosret derketiye holê ku mirov jê dibehite.
Di dema Cuntaya Leşkerî ya 1980yî de, kesek bi navê Rafet Kuçuktiryaki Midûrê Giştî yê saziya Polîsên Tirkiyê bû.
Komisyona Lêkolîna li Derbeyên Leşkerî îfadeya Rafet Kuçuktiryaki girt û jê pirsa naveroka nameya ku di arşîna serokê cuntayê Kenan Evrenî de bû û ku hinartibûn arşîva Parlemana Tirkiyê kir.
Rafet Kucuktiryaki dema êfade dayî
Rafet Kuçuktiryaki di nameyê de (1980) gotiye: ”Piştî Yavu Sultan Selîm, dijminê herî mezin ê Elewiyên Qizilbaş ez im.” Û vî zalimê hanê weha domandiye:
”Min di nava bajarê Meletiyê de xwîn bi 40 hezar elewiyan daye vereşandin. Li Tirkiyê cara pêşî min bi awayekî fermî û bi navê dewletê qetlîama elewiyan daye kirin. Min amirhêzên polîs yên ku rind îşkece dikirin hinartiye hemû deverên ku Elewî lê dijîn.”
Serokê Komisyona Derbeyan Nimet Baş, nameya ku di arşîva parlemanê de ye, derheq Rafet Kuçuktiryakiyê kevneserokê giştî yê saziya polîs de, gotiye ku ev name pir balkêş e…
Rojevakurd