Ez çima piştgirê HAK-PARê me
Gazî û hawara min ew e ku em hemî li gel hev û bi piştgiriya HAK-PARê, pêşî li xurtbûna Kemalîstên kurd bigirin. Perwerdahiya zimanê xwe di qanûna asasî de misoger bikin. Ji bona pêkanîna rê û rêbazên rêyên demokratîk em destên xwe dirêjî HAK-PARê bikin
Bûbê Eser
Ji roja miletê me û erda me ji hev perçe kirin, bi vê jî xwestin mejî û baweriya gelê kurd jî perçe bikin da ku ev miletê qedîm êdî nikaribe xwe û berjewendiyên xwe biparêze.
Ev rewş û hal di nava sed salan de li gor daxwaz û kêfa dagirkerên me hate meşandin. Di nava vê meşa dirêj ya ji bona tunekirina kurdan, karbidestên tirk bi ser ketin. Lê me jî weke kurd hê bi temamî wenda nekirî ye.
Berê bi şidet, qirkirin û wêraniyê destpêkirin. Li hember kurdan komkujiyên mezin, koçberkirinên berfireh pêk anîn. Xwestin Kurdan ji cih û warê wan rakin da ku di nava xwe de wan bimehîne. Lê bi kuştin û wêraniyê bi temamî bi ser neketin.
Dagirkeran û hêza xwe û bi serpereştiya partiya xwe ya ku rişma wê di destê wan de bû, bi hemî rê û olaxan şerekî ne di berjewendiya gelê Kurd de bû dane destpêkirin. Armanca şer valakirina Kurdistanê, kuştin û zîndankirina rêber û aqilmendê Kurdan bû. Bi vê helwesta xwe jî bi ser ketin. Şer di cihê ruhiyeta kurdewarî lê xurt bû, derxistin. Piraniya cihên asê, gund û bajarokên Kurdistanê xerab kirin, vala kirin, xaniyên wan bi ser serê wan de hilweşandin da ku wan cihên bi salan dagirkeran nikarîbûn vala bikin, bi alîkariya hevkarê xwe bi serketin.
Çîrok dirêj e û hûn hemî ji min baştir dizanin. Bi saya wî şerê qirêj û bi valakirina pênc şeş hezar gundan û bi koçkirina şeş heft milyon kurdan, armanca dagirkeran ya bi salan pêk hat. Piştî vê jî êdî fêmkirin ku dema şerê wan dixwest bi dawî hat. Bi rêya hevkarên xwe êdî xwestin bi rê û olaxên din, kurdên li ser erda xwe mane, bikin Kemalîst. Ango Kemalîzmê bi wan şêrîn bikin.
Piştî salên duhezarî bi serpereştiya dagirkeran û bi piştgiriya hevkarên xwe ji kurdan(!) re partiyek ku asasê wê li îmraliyê hatibû avêtin, vekirin da ku yên bi şer û koçberiyê nehatibûn ser rê, bi vê wan jî entegreyê tirkbûnê bikin. Helbet li hember vê helwesta dagirkeran, Kurdên dilsoz jî bêdeng neman. Wan jî li gor îmkan û qaweta xwe bi rêya hin qanûnan dest avêtin karê demokratîk, komele û partiyên xwe vekirin.
Vekirin lê ji ber Kurdên dilsoz ne li hev bûn, ji hev cûda bûn, perçe perçe bûn, nikarîbûn hêzeke neteweyî ya kurdan li bakurê Kurdistanê pêk bînin. Ev jî dihat hesabê dagirkeran. Loma wan û hevkarên xwe bi hemî îmkanên dewletê, partiya ku wan li ser navê kurdan dabûn vekirinê xurtkirin.
Bi rêya vê partiyê êdî xwestin Kemalîzma Kurd wêran kiribû, bi wan şêrin bike. Mejî û baweriyên kurdan biguherin, bi hemî îmkanên xwe kar kirin û dikin. Bi saya vê partiyê zimanê kurdî nehiştin, hizr û baweriya Kurdistanê dane kuştin. Bi saya serê şerê çel pêncî salan piraniya kurdan ji Kurdbûna wan dûr xistin. Ev jî çîrokek din e.
Li hember hemî malwêraniya dagirkeran bi rêya partiya ku wan li ser navê kurdan damezrandibûn, pêk dinan û tînin. Li hember vê malwêraniyê û di şevreşa welêt de, ji teref welatparêzên kurd çirûskek ronahî pê ket da ku li hember vê welat û gelê xwe biparêze.
Loma gelek partiyên legal ango eşkere li ser destê hin welatparêzan hatin vekirin û girtin. Wê pêvajoyê heta roja îro bi berxwedaneke bê hempa domand ku îro li ser navê kurdan û weke partiyeke Kurdistanî HAK-PARê xeta xwe ya neteweyî meşand. Helbet ew jî ne bê kêmanî bû û mirov dikare gelek aliyên wê rexne bike. Lê sekna wê, tekoşîn û berxwedana wê ya heta îro sekneke neteweyî ye.
Niha HAK-PAR li hember Kemalîstên kurd bûye deng û rengê Kurdistanî. Ew bûye hêz û qaweta gelê xwe. Armanc û hedefa wê ya niha, xwestina Federaliyeke wekhevî ya tirk û kurdan e. Ji ber ku bi destxistina Federaliyê rêya serxwebûnê vedibe. HAK-PAR ji bona zimanê kurdî bibe fermî û di qanûnên asasîde cih bigire kar dike. HAK-PAR bi deng û rengê Kurdistanî û weke partiyeke Kurd lê li gor qanûnên heyî, wê bikeve hilbijartina 14 gulana 2023an.
Ji ber vê û gelek sedemên din ez heta hilbijartinan alîgir û piştgirê wê me. Daxwaz ji hemî hezkirin xwe dikim ku ew jî bibin alîkar û piştgirê HAK-PARê. Niha di vê hilbijartinê de rûyên tarî derketin û wê hê jî derkevin ronahiyê. Êdî herkes dê hevdu baş nas bikin ku niyet û hedefa kê çibû an çiye?
Gazî û hawara min ew e ku em hemî li gel hev û bi piştgiriya HAK-PARê, pêşî li xurtbûna Kemalîstên kurd bigirin. Perwerdahiya zimanê xwe di qanûna asasî de misoger bikin. Ji bona pêkanîna rê û rêbazên rêyên demokratîk em destên xwe dirêjî HAK-PARê bikin. Em kêmaniyên wê bi awayekî maqûl rexne bikin da ku em bighêjin armanca rêvekirina hin kar û çalakiyên Kurdistanî. Heger em vê nekin, wê partî û tevgerên heyî jî roj bi roj ji hev bikevin, ji ber ku gelek destên tarî li ser navê kurdan di nava me de ne.
Bi xurtbûna HAK-PARê em ê weke kurd bibin altarnatîfeke Kurdistanî. Ev ê bibe sedem da ku sibê Kurd li gel hev hêza xwe di bin konekî neteweyî de bikin yek.
Bi hêviya ku we ez fêm kirim ku çima niha piştgirê HAK-PARê me. Nivîsa xwe bi gotina mîrê xwe diqedînim.
Mîr Celadet Bedirxan dibêje:
“Xorto! Holê bixebite, yan bi xwe çêke yan alîkariya ewan bike ku çêdikin, ava dikin. Lê eger tu nikarî bi xwe çêkî, ne jî alîkariya çêkiroxan bikî hinge bi yên çêkirî şa û kêfxweş bibe. Ji ber ku ew ji bona te, ji bona miletê te hatine çêkirin. Wekî tu dixebitî dexeskar ji dora te kêm nabin. Tu guh nede wan. Xebata te mîna dengekî ye. Ma deng bi bifkirinê tête vemirandin. Keda te mîna çirayekê ye. Ma çira kengî bi deng û pêjinê temirî ye. Dengê te ku ji pifkirinê natirse, ewê her bilintir, çira te ku bi pêjinê nalerize ewê her geştir bibe”.
Têbinî: Ji bîr nekin heger em bibin xwedî qawet û hêzeke neteweyî, em ê sibê bi hevre di hilbijartinên şaredariyan de bawerî û hizra netewî bi ser bixin…