Polîtîk

Ey Reqîb wê Komela Îslamî perçe bike

Parlamenterê berê yê Komela Îslamî rexne li dû Parlamenterê partiya xwe girt ku ji ber sirûda Ey Reqîb ranebûna bi piya û bi karekî berevajiya orf û adet û siyaseta Komela Îslamiye.

Dr. Sebah Berzencî Parlamenterê xula sêyema Parlamena Kurdistanê li ser lîsta Komela Îslamî li çend şîroveye cûda de li ser rûpela xwe ya tora civakiya facebook ê di derbarê ranebûna piya ya Parlamenterekî partiya xwe li Parlemen ji ber siruda Ey Reqîb rexneyeke tund pêşkêşî wan kir û nivîsiye “Pêwîst bi tebrîr û pasaw nake ew 2 Parlamenter doh li Parlamena Kurdistanê ji ber sirûda Ey Reqîb ranebûn karekî berevajiya orf û adet û siyaseta Komela Îslamî encamdane, ew dû birêz ji wan 4 Parlamenterên din ne dîndartir û zanatirin ew wekî Serokê lîsteyê reftar bikin, neku bi vê karê xelkekî zêdeyê Kurdistanê bêzar bikin!”

Dr. Sebah ku li xula sêyema Parlamen li ser lîsta Komel li Parlamen bû di derbarê şî’îra Dildarê şa’îr Ey Reqîb nivîsiye, yekem mebesta wî ji Reqîb ne xuda ye, belku mebesta nehez û neyarên gelê Kurde, duyem ew nalê: Danerî topî zeman dibêje: Daneyî topî zeman wate ew dananeya ku rojgar heye nikarê vî mîlletî bişkênê, fî’len waye xwedayê mezin vî gelî ji berê ve parastie, sêyem ku dibêje: dînê me ayîna me her nîştiman mebesta wî eweye ku dakokî li nîştiman beşekî girîngê dîn û ayîna meye, gelo îslam dakokî li nîştiman bi wacibê hemû takekî nizanê? Eger resûlê ekrem (s) mezintirîn xizmetê bi nîştimanê xwe nekiriye? tenê rexneyek li vê şî’îrê digrin eweye ku Kurd dike zarokê Keyxesrew ku bêguman tu dîrokzanek eve qebul nake. Kesêk jî agahdarî zimanê şî’ir û teknîka şî’ir û tewîlata deq nebê heqê wî nîne bi vî awayî fetwayê li ser bide.

Dr. Sebah yek ji şîroveyên xwe de wiha nivîsiye:

Dîn û nîştiman her dû pêkvene

Her dû nasnameya gel û netewene

Bi bê dîn bergirî nayê kirin

Bi bê gel çawa tu ol werdigrî?

Eger axa te nebê li ku mêj dikî?

Ji bo xwe ji hîcaz gêl û gêj dikî?

Pêxember kerem kiriye ez hez ji Mekke dikim

Heyfe tu jî hez ji axa xwe nekî!

 

Back to top button