Ey mirovê virek
Ez û tu berî deh mîlyon û bi mîlyaran salan, berî deh hezar û sed hezar salan… berî neh mehan û neh rojan, berî rojekê lê ji neh mehan carekê… li asîmanê, li ser axa cîhanê lê ne axa min, ne ya te, ne jî ya wî… doh ya me bû, îro jî ya me ye. Ya me hemû mirovan e, ya bav û dayika min û te, yê pîr û kalan e, bi hev re bi hezar salan wekhevî li ser jiyan e… te bi destê xwe parçe parçe kiribû axa cîhanê, weku şekek mezin li nava serê cîhanê xistibû, kul û birîneke kûr û fireh di kezeb û dilê cîhanê de vekiribû… axa cîhanê li te hêrs dibû, lewra te axa cîhanê parve kiribû di nava xwe de, lê ne wekhevî…
Carek were binêre xweza çiqesî dewlemend e bi libên geniman, lê ev çi tazî û birçîbûna zarok û belengazan… der û dor tijî bûn bi ava lehî û robar û çeman, lê ev çi tî bûn û mirin û ziwabûna lêvên qelişî… ez gelê kurd, netewa kurd, te azadiya min girtibû ji destê min, axaftina serbestiyê qedexe kiribû li min, lê te nema dikarî tune bikira hebûna zimanê min… te li ser axa min jiyan herimandibû li min, axa ku bi hezaran salan li ser dijîm, lê te ew axa nema bigirta ji destê mirina min, ew axa ku laş û giyanê min pê hatibû nixumandin…
Te ew axa nema bigirta ji destê tirba min, ew gora ku cendek û hestiyên min yên bêlivok û bêjîndar di nava dilê xwe de veşartî û parastî… te ew kevira nema bikaribûya rakira û tune bikira, kevirê ku li ser gora min hatibû danîn û nasnameya min li ser hatibû nivisandin… goştê laşê min dê bihele, bibe tovê hêşinahiya kulîlk û daran, bi hezar rengan yê dîsa zîl bide, can bide û bipişkive ji nû ve li ser sînga axa min, li ser çiya û zinaran, deşt û zozanan, dê bibe ava kanî û lehiyan û biherike di navbera newalan de…
Ez dergûşek çarmehnî di zikê dayika xwe de, yek parçe bûm, lê ne çar parçe, bi xwîna canê wê germ dibûm, mezin dibûm, dest û ling û awirên min azad û serfîraz dileviyan, hawirdor digeriyan li nav dil, pişk û cîgerên wê… min hewl dida ji bo ku bigêhêm meha xwe ya nehan, bibînim ronahiya cîhan, bijîm,bikenim, kêfxweş bibim di şadiya rojên aram de, wek bira,dost û mêvan ey tu însan, lê tu bûyî mirovkuj,xwînmijê dirantûj, dijminê xêrnexwaz, tu bûyî kûçikê har û binar û çavbirçî… min hê negirtibû pêsîra dayika xwe, nemêtibû şîra dayika xwe, te giyan ji min kişand, gewrî û qirik li min fetisand…
Ez keç û xortê çardeh sal î, dayik û bûka bermalî, te bombe berda ser serê min, gulle berda sîng û berê min, mal li min wêran kir, can li min şewitand, mirina min ya bi hezaran, axîn dikişand bi keseran, li ser çiya û zinaran, di hundirê şikeftan de birçî, lingxas û tazî, li nav serma berf û pûgê û di bin dilopên barana har de laşê min diqerisî, dest û pî ditevizî, giyan dilerizî… ji bo qultek av, pariyek nan, cotek meres, paçekî kiras, ji ber berjewendiya te ya aborî û rêzanî, hovîtiya te ya ne wek însanî, min dikir hawar û gazî, hawirdor dibezîm, ma tu çiqasî xêrnexwaz î, fêlbaz î ey tu mirov, ma tu canbaz î, lê tu ne li ser benê sîrkoyê, li ser axa min difirî û bi jiyana min dilizî… çiya, kevir û zinaran serî hildabûn, hembêza xwe vekiribûn û ber bi qêrîn û hawara min ve dimeşiyan, dengê wîçwîça çûkên ewran zikê asîmanê didirand, dar û daristanan porê serê xwe dirûçikand, dengbêjan kilamên şîna egîd û mêrxasan dilorand…
Ez ê kelepçeya zendê xwe bişkênim, zencîra koletiyê biqetînim, sînor û zîndanên rûreşiyê hilweşînim, tovên kulîlka azadî, aramî, şadî, bextewarî, dilxweşî û serkeftinê li ser bedena axa cîhanê bireşînim…
Xizan Şîlan
2013-03-03
Stockholm