Exlaqê Pratîk

Têgeha exlaq bûye weke benîştê devê etaran. Her kes vî beniştî bê hişmendî dicû. Wext be an ne wext be, cîh be an ne cîh be ev têgeh tê bikaranîn. Di hemû mijarên sîyasî, civatî, rewşenbirî, hunerî, heta di gotubêjên rojane de têgêha exlaq ketûber tê bikaranîn. Ji ber wilo ji gelek caran naverok û mebesta bikaranîna têgehê ne baş zelal e…Gelek caran têgeh di nava lawlaw, çewçew, nûznûz û heftûheştan de winda dibe…Lê gava ku nirxên exlaqî di pratika mirovan de ne xwedî cihekî taybet bin, gava ku nirxên exlaqî ne ji bona min lê ji bona hinekî din bin, gava ku nirxên exlaqî tenê di gotinan de bimîne, gava ku nirxên exlaqî tenê bibin weke çakûçekî ku mirov pê li serê hevdu bixîne û hevdu vala derxîne, wê gava divê mirov têgeh û pratîka xwe baş zelal bike…Di dîroka raman de bi çewalan dîtin li ser pirsgirêka exlaq hatine nivîsandin. Lê tenê tiştek wan dîtinên curbecur digîhîne hevdu; exlaq di pratikê de dibe exlaq! Ma exlaqê ku derbasi pratika civatî nebe, ji bona çi ye?Ji bona xapandinê ye?Ji bona mejîşuştinê ye?Ji bona quretiyê ye?Bêşik gelek bûyer, kirin, helwest, raman, dîtin, derfet, pîvan dikarin ji hêla exlaqî de werin şîrovekirin….Ji bona mînak; em di civata xwe de pirsgirêka bertilê hinekî bi nêrîneke rênegir şîrove bikin; Mirov ji kê bipirse, wê bibêje bertil xerab e… Lê ku mirov li civatê xwe baş temaşe bike, çavderiyên exlaqî bike, hûr lêxîne, kûr lêxîne, ragihandinê kom bike, mirov wê bi hêsanî bibîne ku pirsgirêka bertilê ne wilo hêsanî ye…Herkes di qada fermî û sîyasî de qala xerabiya bertilê dike, lê gava ku em li pratika mirovan dinerin gotin û kirin hevdu nagirin. Dîtina fermî û sîyasî tiştekî dibêje, hinek nirxên bilind derdixîne pêş lê di pratikê de ew nirx di karê civatî û sîyasî de derbas nabin. Ew nirxên bilind û pîroz di nava gemara bertilê de dilewitin, ji esaleta xwe bidûr dikevin û têgeh bêwate dibin…Heke em têgeha bertilê hinekî din analîz bikin, emê bi hêsanî pergî gelek babetên bertilê bibin. Sed û yek babêtên bertilê hene! Gelek caran bertil di nava pêwendiyên sîyasî û civakî de tamorkiriye. Gelek caran bertil di nava pêwendiyên sîyasî û bazirganî de jî veşartiyê. Gelek caran bertil motîvasyona bingehî ye lê bertilxwûr vê yekê weke nirxeke pêwist, mafekî rewa nîşan didin. Gelek caran bertilxwûr ji bona ku bertila xwe veşarê re pêwistî bi şanogeriyê dibîne…Belê…Bertilxwûr jî weke bertilê ne, dikevin her qalibî. Cîh tê hevalê serdestan e, cîh tê hevalê bindestan e, cîh tê hevalê dewletê ne, cîh tê dibin welatparêz, bibuhorinên; dibin pereparêz…Ango bertilxwûr dizanin baş artistîyê bikin.Em dikarin mînak û analîzan gelekî dirêjtir bikin; lê hewce bi vê yekê nine. Kurt û kin; pirsa bertilê di nava civata me de ketiyê şûna gelek nirxên sîyasî û civakî. Tevgerên sîyasî gelek caran bi şanazî gotinê; ezê civatê û nirxên civatê biguherinim! Lê bahwer bikin civatê tevgerên sîyasî guhertine. Civata me sîyaset kiriye weke xwe. Ango ji bedêla ku bertilê ji navê rake, ew bi xwe bûyê beşek ji bertilan. Em dibînin ku bertil buyê weke nexweşiyeke civatî û di nava karê sîyasî de seyranê dike. Bi gotineke din; di nava me de jî bertilxwûr pir hene. Hejmara wana jî têra xwe heye!..Veca gava ku pîvanên exlaqî derbasî jiyana pratik nebin, pirsa hişmendi, îdeolojî û sîyasetê gelekî nema bahweriyê dide mirovan. Di nava gel de tê gotin; di dawî de hemû tevgerên sîyasî weke hevdu ne! Cudabûn di nava wana de tuneye! Armanca helî sereke ji bona çalakiyên sîyasî tenê desthilatdariyê…Baş e; heke ev yek wilo be, ji bona ku mirov vê dîtinê qels bixîne, ma ne divê mirov wê gavê xwediyê exlaqekî rind û pratik be?Şerefxan Cizîrî

Nerîna min :