Parlementoya Ewropa heyîna Tirkiye li ser axa Suriye wek dagirkirinê da nasandan û ji Tirkiye daxwaz kir ku ji Suriye leşkerên xwe vekişîne. Parlementoya Ewropa daxûyakirin ku, Tirkiye ev herêm dagir kiriye û bi vê yekê li Rojhlata Navin û rojhilata Behra Sipî aşitî kiriye xeterê de.
Di biryara Yekitiya ewropa de behsa hêzên hevpeyman yên dijê DAÎŞê di serokatiya Amerikayê de dike û dide xûyakirin ku, ew HSDê wek mitefikî dibînin. Di rapora parlementoyê de dide xûyakirin ku, rejima Suriye, Rusya ,Îran û Tirkiye pêl hemû mafên mirovatiyê dikin û vê yekê bi tundî şermezar dikin.