PolîtîkRojev

Ewa ku PKK li dijî Herêma Kurdistanê dike, xiyanet derbas kiriye

Çavdêrekî siyasî dibêje, xirabkarî û êrişên PKKê li dijî Pêşmerge û Herêma Kurdistanê êdî ji xiyanetê derbas bûne û yekser doza rewa ya miletekî dikin armanc ku bi dirêjahiya dîrokê rastî zilmê hatiye.

Çavdêrê siyasî û pisporê milîsan, dr. Hawar Nêrweyî ji BasNewsê re got, PKK êdî bûye beşek ji wan hêz û milîsên ku bi navê Heşda Şeibî êrişî Herêma Kurdistanê dikin.

Dr. Hawar Nêrweyî her wiha got, ji sala 2015 ve PKK û Heşda Şeibî li Şingalê bi hev re kar dikin. PKK bo wan şer dike û ew jî çek û dirav didin PKKê. Rêkeftina han qaşo bo lêdana DAIŞê hatiye kirin lê niha li dijî Herêma Kurdistanê dikin. Ew tiştên ku PKK li dijî Pêşmerge û Herêma Kurdistanê dike, ji xiyanetê derketiye û bûye dijbertiya doza rewa ya miletekî ku bi dirêjahiya dîrokê rastî zilmê hatiye.

Wî çavdêrê siyasî anî ziman jî, divê hêzên Pêşmerge demildest PKKê ji deverên stratejîk yên Herêma Kurdistanê û ji derdora sînorên Îran û Tirkiyê dûr bixe.

Bi gotina wî çavdêrê siyasî, PKK peyama Serok Barzanî ku gotibû şerê kurdan li dijî kurdan heram kiriye, xelet bikar tîne. Lê erka Pêşmerge ew e ku Herêma Kurdistanê li hember gef û metirsiyên PKK û milîsan biparêze. Parastina xaka Herêma Kurdistanê birakujî nîne. Eger wisa nebe PKK dê xiyaneteka mezintir bike. Eger DAIŞ û Heşda Şeibî metirsî be li ser deverê wê çaxê PKK jî metirsî ye li ser Herêma Kurdistanê.

Back to top button