Ew nûçeyên di derbarê ENKS û PYD de hatine belavkirin nerastin
Li gor daxuyaniyeke Serokayetiya Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê ku hatiye belav kirin, ENKS ew nûçeyên ku qaşo bi hewldanên Lahor Şêx Cengî û ENKS û PYD li hevkirine bi nerast dide zanîn.
ENKS daxuyaniya xwe de dibêje: Li hinek malper û torên civakî yên Herêma Kurdistanê, nûçeyek di derbarê li hevkirina ENKS û PYD de hatiye belavkirin ku qaşo ENKS û PYD li bin çavdêriya Amerikiyan de li hevkirine û li vê lihevkirinê de rola Lahor Şêx Cengî hebûye.
ENKS vê nûçeyê bi du xalan de nerast dide zanîn û dibêje: Di navbera ENKS û PYD de hevdîtin berdewamin û bi tenê Amerika navbeynkariyê kiriye û heta niha jî hîç peymanek û li hevkirinek nehatiye îmza kirin. Her wiha ENKS xala duyem de dibêje: Hîç partiyeke siyasî navbeynkariya me û hewldana li hevhatinê nekirine û bi tenê li bin çavdêriya Serokayetiya Herêma Kurdistanê li peymanên berê yên Hewlêr û Dihokê li navbera PYD û ENKS de hatibûn îmzakirin pêkhatine.