Polîtîk
Evren: Ez ne poşmanim
Serokê cunta leşkerî ya 12-ê Îlonê Kenan Evren di êfada xwe de xwe parast û got: Eger îro jî merc wek 12-ê Îlonê bin minê cardin înkilaba leşkerî bikira.
Doh dozeran 2.5 demjimêra êfada Evren girtin û ji pirsîn ji bo çi te înqilaba Leşkerî kir. Kenan Evren di bersiva xwe de got. Ji berî her tiştekî min ne bi serê xwe biryara pêkanîna înqilaba leşkerî daye. Wek din destrura hingê selahiyet dida min ku ez înqilaba leşkerî bikim. Yanî min tiştek li dijê destûrê nekiriye. Evren da xuyakirin ku ew bi kiryara ku kirî ne poşman e.


