CivakRojev

Evkas jî nijadperestî…!

Li bakurê Kurdistanê li bajarê Erzorumê şeredariya bajêr bi çend zimana ji bo ku xelk sedema nexweşiya Koronayê Mask (serok)a deynin bala xelkê kişand û 9 zimana nivîs nivîsandin.
Di nava zimana de Tirkî, Erebi, Ingilîzî, Rusî,Gurcî û Azerî hebû. Lê zimanê Kurdî tunebû. Ev helwesta şeredarê Erzurumê helwestek nijadperestiyê û dijitiya Kurdane. Li devera ku ev nivîs lê hatin nivîsandin ji % 50î zêdetir niştecî Kurdin.

Serokê şeredariyê yê nijadperest

Gelek cara dema behsa nijadperestiya Tirka tê kirin tu bihayê partiya namîne. Ji ber ku di rastiya xwe de, ev nijadperest di nava hemû partiyên Tirk û aliyên siyasî de hene.
Serokê Şeredariya Erzurumê ji AK Partiyê ye. Gelo dê AK Partî yan jî kurdên di nava AK Partiyê de di vê derbarê de daxûyaniyekî bidin , yan jî dê li himber Şeredarê Erzurumê yê nijadperest bibin xwedî helwestekî?

Back to top button