CîhanRojev

5 welat di dorê de ne!

Serokê Amerikayê Donald Trump ji bo pêwendiyên welatên Erebî li gel Îsrail bibin asayî di nava hewldanekî de ye.
Tê zanin ku gelek welatên Erebî û hinek welatên Rojhilata Navîn û welatin din jî, ji bo pirsgirêka Filistinê tu cara pêwendî li gel Dewleta Îsrail danenîne û heta vê dewletê nasnakin. Tu nûneretiya van welatan li Îsrail tuneye û nûnertiya Îsrail jî tu cara li welatên xwe qebûl nekirine.

Taybetî piştî bi pişgiriya serokê Amerikayê, Îsrail paytextê xwe ji Tel Avîv veguhazt Qudsê, gelek welatan balyozxaneyên xwe nebirin Qudsê û ew bajar wek paytextê Îsrail nepejirandin.
Niha jî Trump hewl dide pêwendiyên van welatan li gel Îsrail deyne û heta niha hinek welatên Erebî ev yek qebûl kirine pêwendî li gel Îsrail danîne.

Niha jî li gora daxûyaniya Qesra Spî 5 welatin din dorê de ne ku pêwendiyên diplomatîk li gel Îsrail deynin. Di vê qonaxa ku hilbijartinên serokatiya Amerikayê di rojevê de ne , ev yek ji bo Trump di siyaseta Amerikayê ya nevxwe de dibe pişgiriyek mezin.

Back to top button