CivakRojev

Ev xurek mejîyê we 20 salan ciwantir dike

Lêkolîna ku li Dewletên Yekbûyî hat kirin eşkere kir ku naveroka antîoksîdan a flavonoîdên di kakao û xwarinên mîna wan de şiyanên bîranînê di mejî de teşwîq dike û kêmbûna derûnî ya bi temen re telafî dike.

Lêkolîna Zanîngeha Columbia, li girêdana navbera wergirtina flavonoîd û bîranînê  dinêre. Di lêkolînan de, ji 3,500 kesan re sê salan her roj 500 milîgram hebên flavonoîd an jî cîhêbo hat dan. Hat dîtin ku hêmana flavonoîd (flavan-3-ol), ku rengên nebat û fêkîyan peyda dike, bikaranîna peyvan û leza ramanê zêde kiriye.

Hat tespîtkirin ku hêmanên flavonoîd ên di ku kakaoyê de hene, di pêvajoya pîrbûnê de pirsgirêkên bîrewerîyê sivik dikin û şiyana bîranînê zêde dikin.

Hat diyarkirin ku lêzêdekirina xwarinê fonksiyonên bîranînê çêtir dike. Lê belê, hat bibîrxistin ku dive tengahîyên derûnî yên bi vî rengî bi nexweşîya Alzheimer re neyên tevlihev kirin û lêkolîn li ser kêmbûna bi temen ve girêdayî ye.

Bi berfirehî tê zanîn ku flavonoîd di gelek fêkî û sebzeyan de tên dîtin, wek çaya kesk, sebzeyên pelên kesk, tirî, tirîyê reş, pîvaz, sêv, kiraz, hirmî, leymûn, û fêkîyên cîtrus.

lêkolîna ku ji hêla Zanîngeha Columbia û Nexweşxaneya Brigham & Jinan ve hatiye çêkirin, di kovara PNAS de hat weşandin

Back to top button