PolîtîkRojev

Ev serkeftina PDK erk û berpirsyartiya me zêdetir û mezintir dike

Cîgirê Serokê PDKê Nêçîrvan Barzanî piştî ku hilbijartina Iraqê bidawî hat, peyameke pîrozbahiyê belav kir.

Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de wiha got: “Bi boneya serkeftina PDK pîrozbahiyeke gerim li malbatên şehîdan ên serbilind û birêz Serok Mesûd Barzanî û PDK dikim.

Spasiya hemû endamên PDKê dikim ku bi şaristanî kampanya hilbijartinan kirin. Beşdariya we ye bi dilsozî piştrasî ye ji bo baweriya we bi rêbaza we. Hûn samaneke pir mezin in.

Pîrozbahiyê li berbijêrên PDKê yên ku biser ketin, dikim. Hêvî dikim ku bi baştirîn şêwe bi erkê xwe rabin û xizmetkarên xelkê bikin û ligel endam û alîgir û xelkê PDKê bim. Hêvî dikim ku kar bikin ji bo yekrêziya aliyên siyasî yên Kurdistanî û bi dijwarî bergîriyê li mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê bikin.

Serkeftina PDK di vê hilbijartinê de, nîşana baweriya gelê Kurdistanê ye bi PDK û nîşana pêgeha sengîn a PDK ye li ser asta Kurdistan û Iraqê. Ev serkeftina han erk û berpirsyartiya PDK zêdetir û mezintir dike. Divê em asta wê bawerî û dilsoziya endam û alîgir û xelkê Kurdistanê de bin.”

Back to top button