CivakPolîtîk

Ev Newroz wê bibe berbanga çirandina skys-pîcotê

Ji Raya Giştî ya Kurdistanê reEv Newroz wekî hemû Newrozan pîroz e lê ji bo miletê Kurd xwedî taybetmendiyeke cuda ye. Îsal sedsala skys-pîcot e ku bi wê peymanê welatê me hate perçekirin. Ev Newroz wê bibe berbanga çirandina skys-pîcotê.Ji Bo Bakûrê KurdistanêMiletê Kurd ji rojên pir dijwar derbas dibe. Hemû kuçe û kolanên bajarên me ji aliyê polîs û leşkerên dagirkeran ve hatine dorpêçkirin û tên wêrankirin. Bi sedhezaran Kurd bê cih û war bê ser û ber koçber dibin. Tevî wê, dewleta Tirk a ku digot “Ezê pirsgirêka Kurd çareser bikim.” hatiye wê merheleyê ku li gelek bajarên Kurdan cejna netewî ya Kurdan qedexe dike. Dewlêtên dagirker ku ev bi sedsalan e axa me dagir kirine û tu carî nikaribûn Newrozê qedexe bikin wateya Newrozê hîn baş fam nekirine.  Ji bo me Kurdan Newroz ne hew cejneke ku em tê de govendê bigirin û stranan bibêjin. Newroz bo me Kurdan li dijî dagirkeriyê, zordariyê serhildan e. Tu biryarên dewletên dagirker li ser axa Kurdistanê tev hebûna wan ne meşrû ye û li ser axa Kurdistanê ne heddê tu kesî ye ku cejna netewî ya Kurdan qedexe bike. Em vê biryara qedexeyê ya dewleta dagirker nas nakin. Emê ciwanên Kurdistanê wekî her caran, wekî kevneşopiya bav û bapîrên me ji me re hiştine, bi rihê Kawayê Hêsinkar, bi rihê Ferzende Beg û bi rihê Yadoyê Zaza, bi rihê şehîdên Komara Kurdistanê, bi rihê şervanên Xoybûnê, bi rihê Pêşmergeyên Şoreşa Îlonê ya mezin, bi rihê Lêyla Qasim, bi rihê berxwedêrên zindana Amedê, bi rihê şehîdên serhildana Qamişlo li cihên ku Newroz qedexe ye dakevin kolanan û bi Ala Rengîn Newroza xwe pîroz bikin.Bangawaziya me ji miletê Kurd re;Qedexeyên dewleta Tirk nasnekin û bi helwesta Kurdistanî werin em bi hev re Newroza xwe pîroz bikin.Dewleta dagirker li bajarên der û dora Amedê pîrozkirina Newrozê qedexe kir û dixwaze berê milet bide Amedê. Bêhna lîstokekê gelek qirêj ji vê helwesta dewleta dagirker tê. Hêvî û daxwaza me ji miletê Kurd ev e; berî hilbijartinan li Amedê li qada Îstasyonê çi bû divê hun baş bînin bîra xwe. Ger hun biçin Newrozê jî, hişyarbin û jin û zarokan bi xwe re nebin. Pêvajoyek were ye ku rêxistinên terorîst wek DAIŞ çavsoriya li miletê Kurd dikin. Wê kombûna girseyek bi sedhezaran, pêşiya komkujiyek gelek mezin veke.Li beramberî qedexekirina Newrozê ji aliyê dagirkeran ve helwestek din heye ku em dixwazin balê bikişînin ser. Ew jî helwesta pertîyên ku ji xwe re dibêjin Kûrdistanî ye. Bi salan e ku Newroz ji rihê wî dûr xistine û hepsî salonan kirine. Ev qas sal vê tirsonekiya xwe bi sedemên cur be cûr dianîn ziman û qilifan jê re didîtin. An cejna netewî dikirin qurbaniya dagirkeran an jî di destên entegrasyonparêzan ku tu daxwazên wan a netewî tune ye sêwî dihiştin. Di sedsala peymana skys-pîcot de bêdengî û bêhelwestbûna wan a li hember qedexekirina Newrozê ji aliyê dagirkeran ve me dixe gumanê.Ji van rêxistinên îdia dikin ku Kurdistanî ne, mafê dewletbûna Kurdistanê diparêzin û dewleta Tirk tirsandine; werin em bi hevudûre dakevin kuçeyan, vê zincîra tirsê û xwelîseriyê bişkînin, bi yek dengî bang bikin ku hebûna dagirkeran li Kurdistanê ne meşrû ye û em qanûn û qedexeyên wan nas nakin.Ger em bi tena serê xwe jî bimînin; emê wek hemû kadro, layengir û dilxwazên Tevgerê dakevin qadan û Newrozê wek eslê wî pîroz bikin. Emê nebin parçeyek lîstoka qirêj a dewleta dagirker û entegrasyonparêzan.Ji Bo Başûrê Rojavayê KurdistanêWekî ku hun dizanin berî du rojan asayîşa YPGê pîrozkirina Newrozê li başûrê rojavayê Kurdistanê qedexe kir. Sedemên wan ku ji bo qedexekirinê nîşan dan û sedemên dewleta Tirk ku ji bo bakûrê Kurdistanê nîşan dan heman sedem bûn. Di pêvajoyek ku hemû cihan qala perçebûn û dabeşkirina Sûrî dike de qedexekirina pîrozkirina Newrozê xwedî armancek tenê ye. Ev armanc jî rêlibergirtina daxwazên rasteqîn a miletê başûrê rojavayê Kurdistanê ye ku ewê di dîmenan de derkevin.Bangawaziya me ji xwişk û birayên me yên başûrê rojavayê Kurdistanê re;Bi sedsalan e ku bi hemû hêza xwe ve dagirker nikarin Newroza me qedexe bikin. Divê em rê nedin ku alîyeke ku dixwaze îradeya xwe li ser me ferz bike jî qedexe bike. Ji Endîwera rengîn heta Qamişloka evînê, ji Amûdê heta Efrînê divê li ser her giran û li serê her kolanên başûrê rojavayê Kurdistanê wekî ku her caran we bi lêv dikir bi dirûşmeya “Azadî” hun biherikin qadan û daxwaza miletê başûrê rojavayê Kurdistanê ya rasteqîn biqîrin. Dengê xwe bigihînin heta Cinevê.Bangawaziya me ji şerwanên azadîyê û serxwebûnê, ji Pêşmergeyên Roj re;Em bi hemû dilsoziya xwe yek bi yek dest û çavên we maç dikin. Em hêvîdar in ku ev Newroz bibe pêngavek ku hun tehekkuma hêzên der dor ên sîyasî ku nahêlin hun derbasî axa xwe bibin ji ser xwe bavêjin û rojek berî rojekê mizgîniya derbasbûna axa pîroz a başûrê rojavayê Kurdistanê bidine me.Ji Bo Rojhilatê KurdistanêDi sedsaliya Peymana skys-pîcot de biryara hêz û herekêtên rojhilatê Kurdistanê ku ewê dest bi şerê çekdarî bikin, coş û heyecanê dide me. Bi taybetî bangawaziya Sekreterê Giştî yê PDKÎ Birêz Mistefa Hicrî ku tê de dibêje “Emê dewleta Îranê biruxînin” û bangawî ji bo ciwanên rojhilatê Kurdistanê ku dibêje “Tevlî refên Pêşmergeyan bibin” hêviyên miletê Kurd xurttir dike. Em bi hemû awayî piştevanê banga hêzên rojhilatê Kurdistanê ne ku bangawaziya şerê çekdarî dikin. Em hêvîdar in ku helwesta Rêzdar Mistefa Hicrî ji sîyasetvanên bakûrê Kurdistanê û ji yên başûrê rojavayê Kurdistanê ku xeyrîcidî ne bibe mînak. Bi vê minasebetê em eşkere dikin ku em ji dil û can deng didin bangawaziya Brêz Mistefa Hicrî. Em her dem amadene ku kengî ew daxwaz bikin bi awayeke xwebexş di nav refên wan de mil bi milên xwişk û barayên xwe re şerê Îrana dagirker bikin. Çawa ku Pêşewa Qazî Mihemed digot “Du du nabe çar, Kurdistan her welatek e nabe çar” em jî wek nevîyên wî dibêjin Kurd hew yek in nabin çar.Ji Bo Başûrê KurdistanêWekî Tevgera Ciwanên Kurdistanê li rûkê vê erdê tiştê ku hêz û moral û hêvîyê dide me bangawaziya Cenabê Serok a serxwebûna Kurdistanê û qehremantiya Pêşmergeyên Kurdistanê ye. Em Newroza milet Kurd li başûrê Kurdistanê ji dil û can pîroz dikin. Em hêvîdar in ku ev Newroz bibe sedema dawî lê hatina qeyrana aborî û qeyrana sîyasî û bibe pêngavek bo serxwebûna/dewletbûna Kurdistanê. Em helwesta Cenabê Serok a ji bo serxwebûna Kurdistanê û helwesta Pêşmergeyên Kurdistanê ku niha li sengeran li hember terorîstên DAIŞê şer dikin slav dikin. Di heman demê de em di serî de helwesta Tevgera Goran û hin aliyên sîyasî ku li dijî serxwebûna Kurdistanê û li dijî nirxên Kurdistanê ne –wekî Ey Reqîp- û di berbanga serxwebûnê de dibin sedem ku qeyranên sîyasî kûrtir bibin şermezar dikin.Dubare bangawaziya me ji miletê Kurd re li her çar parçeyê Kurdistanê;Bi Ala Rengîn dakevin kuçe û qadan. Agirê Newrozê geş bikin li her kuçe, kolan, çîya û giran. Nîşanî cihanê bidin ku em Lozanek din li ser xwe qebûl nakin. Tu tişt ji serxwebûn û azadiyê birûmettir nîne. Bav û kalên me digotin “Mirina nav şerî bi rûmettir e ji mirina ber derî.”Di vê sedsalê de di pêşiya me de du rê hene. An emê kirasê bindestiyê lixwekin û wek koleyan bijîn an emê ji bo serxwebûn û azadiyê têbikoşin û li ser axa xwe jîyaneke azad û bi rûmet ava bikin. Di Newrozê de divê em bi yek dengî bang bikin û rê hemû cihanê bidin; EM MILLET IN DIXWAZIN BIBIN DEWLET.BIMRE KOLEDAR!BIJÎ NEWROZ!BIJÎ KURD Û KURDISTAN!TEVGERA CIWANÊN KURDISTANÊ (TEVGER)20.03.2016

Back to top button