Nivîsar

Ev madalya layikê wê dayika şehîdaye

Roja  16.Tebaxa 2018 li bajarê Hewlêrê, Serok  Barzanî Madalya Barzanî ya ji bo rêzlênana xebat û qurbanîdan û keda wan bi hejmarek Pêşmerge û kesayetî û malbatên şehîdan û nûnerên birîndarên şerê dijî Da’îş û şerê bergirîkirina li ax û niştîman de bexşî.Li vê merasîmê da Dayika Eyşe wekî nûnerê şehîdên şerê dijî Da’îş û hejmarek ji Pêşmergeyên şoreşa Eylûl û Gulan û xebatgêrên Kurdistanê û nûnerê birîndarên şerê Da’îş û şehîd û birîndarên şerê bergiriya li axa Kurdistanê, ku bi navê gelê xwe qurbaniyê dane, ji aliyê Serok Barzanî ve Madalya Barzanî bi wan hate bexşîn.Her li vê merasîmê da wekî rêzlênanek ji bo kar û çalakiyên xêrxwaziyan û xizmetkirina koçber û lêqewimiyan Serok Barzanî Madalya Barzanî bexşî Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û her wiha ji bo bilind nirxandina rola karîgeriya wan li çespandina bingehên asayîşa neteweyî û rola wan ya ber bi çav li şerê dijî terorîstan, Serok Barzanî, Madalya Barzanî bi Birêvebiriya Dijî Terora Kurdistanê bexşî.Madalya Barzani ji go gelek kesan hatiye dayin, rastî herkesê ku ev madalya girtî mirov nikare bije ku, heq kiriye. Gelek kes ne layikê vê madalya bi rûmet bûn. Lê wergirtin.Madalya ku Dayika Eyşe wergirtî gelek bi wateye û kûrahiyek ya hizrê di vê yekê de heye. Ewin yên ku rojane dilê wan ji bo xwîna Kurdistan diparêze dişewite . Ewin yên qehremaniyek bê dengî dikin. Ewin yên ku tenê armanca wan Kurdistane û xwe qurbana welatê xwe û rêbaza Barzaniyên nemir kirine.Madalya Barzani li Dayika Eyşe hezarcara pîroz be…Nûçe/analîz 

Back to top button