PolîtîkRojev

Ev kiryar bi tenê xizmeta dijminên gelê Kurd dike

Li rojavayê Kurdistanê çekdarên PYDê cardin destpêkirine   endamên Partiya Demokrata Kurdistana Suriye direvînin û di derbarê wan de tu agahdariyekî nadin. Ji bo van bûyeran û revandina endamên PDKSê NIvîsgeha Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistan – Sûriye roja 18.7.2021ê daxûyaniyek ji bo Raya Gişî ragihand.

PDKS di daxûyaniya xwe de dibêje:Li gel  berdewamiya şert û mercên dijwar ên jiyana gelê me , kiryarên zordarî û tirsandina komên çekdar ên girêdayî hêzên ewlehiyê yên partiya PYDêjî berdewamin. Şeva borî, destpêkirin û hinek kadroyên Partiya me revandin.

Herweha parti di daxûyaniya xwe de behsa kesên revandî dike û nave wan eşkere dike:

  1. Mihemed Salih Ehmed, endamê meclîsa mentiqî ya partiya me li Çilaxa
  2. Ezedin Abidin Mehmûd, endamê meclîsa mentiqî ya partiya me li Qamişlo
  3. – Mihemed Daham Ayo, endamê desteya şêwirmendiya partiya me û serokê berê yê encûmena herêmî ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Qamişlo.
  4. – Barzan Huseyîn, endamê meclîsa mentiqî ya partiya me li Girêkê Legê

Sêşema borî, 13ê Tîrmehê, heval Feremez Abdul Karim Ali ji Derek, û di 22 Gulan de, heval Abdul Ghaffar Mihemed ji Çilaxa Agha hatibûn revandin.

PDKS dibêje: Bi van kiryarên tirsandinê û siyaseta bêdengkirina xelkê  bi tenê tûkçûna karasayetî ya reveberîyê dide nîşandan., ji ber ku ew li hincetekê digere da ku raya dijber bişkîne û bi zora çekan otorîteyek de-facto ferz bike.

PDKS berdewamiya daxûyaniya xwe de dibêje ku; Em di Partiya Demokrata Kurdistan – Sûriya de di demekê de ku em van kiryarên zordar û binpêkirinên mezin, ku berevajî rêgezên bingehîn ên maf û azadiyên mirovî ne û ji pêşeroj û doza gelê me re xizmetê nakin, û herweha hewldanên ji bo serfiraziya yekrêziya Kurda bi  sînor dikin.

Em bangî dezgehên navneteweyî dikin ku erkên  xwe pêk bînin da ku pêşî li binpêkirinên li dijî kadroyên Konseyê bigirin, û em bangî gelê xwe, hêzên wan ên netewî, dezgehên sivîl  û hêzên Kurdistanî jî dikin ku xwedî helwestbin . Em piştrast dikin ku ev kiryar bi tenê xizmeta dijminên gelê me yê Kurd û hemû gelên herêmê dike.

Back to top button