Li ser biryara Dadgeha Federal a Iraqê ya derbarê petrol û gaza Herêma Kurdistanê de, Serok Barzanî peyamek belav kir û daxûyakirin ku; ev biryar, biryareke bi tevahî siyasî ye û berevajî destûra Iraqa Federal e.
Peyama Serok Barzanî :
Bi navê Xwedayê mezin û dilovan
Biryara Dadgeha Bilinda Federal a Iraqê ya derbarê neft û gaza Herêma Kurdistanê de biryareke bi tevahî siyasî ye û berevajiya destûra Iraqa Federal e û armanca wê dijayetîkirina Herêma Kurdistanê ye û li dijî sîstema federal a Iraqê ye.
Em hêvî dikin her du Hikûmeta Iraqî û Hikûmeta Herêma Kurdistanê bikarin li ser kêşeyan û babeta neft û gaz bigihin rêkeftinê. Li gel ewe da jî ji bo hemû aliyek eşkere dikin ku Herêma Kurdistanê bi hemû şiyanek ve berevaniyê li mafên xwe yên destûrî dike.
Mesûd Barzanî
15.02.2022